HSD: Ji ber topbaranê zarokek şehîd ket

Hewlêr (Rûdaw) – HSDyê eşkere kir ku ji ber topbarana çekdara zarokekê canê xwe ji dest daye û 3 kes jî birîndar bûne.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daxuyaniyek belav kir.

HSDyê di daxuyaniyê de got, “Di encama topbarana berdewam a komên Şamê ya li ser gundê Qasimiyê yê rojavayê Kobaniyê, zarokek şehîd ket û 3 kes jî birîndar bûn.

Ev êriş wekî binpêkirineke eşkere ya rêkeftina dirêjkirina agirbestê tê dîtin.

Ji saetên sibehê ve, komên Şamê êrişî gundên Zirik û Qasimiyê yên rojavayê Kobaniyê û gundê Celebiyê yê başûrê rojhilatê bajêr kirin.”

 HSDyê diyar kir ku ev zêdebûna êrişên a li ser sê gundan, tenê çend saetan piştî gihiştina rêkeftina dirêjkirina agirbestê pêk hatiye.

Kobanî û gundên wê zêdeyî hefteyekê ye ji aliyê komên çekdar ên Artêşa Sûriyeyê ve hatiye dorpêçkirin.

Li bajêr ne av, ne kareba ne jî xwarin ma ye. Li gorî Heyva Sor a Kurd ji ber sermayê 6 zarokan canê xwe ji dest da ye û karesateke mirovî li bajêr rû dide.

Piştî bang û xwenîşandanên Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê îro alîkariya mirovî ya Neteweyên Yekbûyî gihişt bajarê Kobaniyê.

Alîkariya mirovî ya Neteweyên Yekbûyî ji parêzgeha Helebê gihişt Kobaniyê û hat zanîn ku ew alîkarî ji 24 barhilgiran pêk tê.