Rohilat Efrîn: Em dixwazin hêzeke me ya Kurdan hebe û Rojavayê Kurdistanê biparêze

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rohilat Efrînê, diyar kir ku ew dixwazin hêzeke Kurdan li Rojavayê Kurdistanê hebe.

Rohilat Efrînê derbarê dan û standinên bi rêveberiya nû ya Sûriyeyê re agahiyên girîng da û diyar kir ku ew dixwazin hêzeke Kurdan a taybet hebe ku Rojavayê Kurdistanê biparêze.

Rohilat Efrîn li ser pêşhatên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê û civîna li gel Tom Barrack a li Hewlêrê ji pêşkeşkarê Rûdawê Hêvîdar Ehmed re axivî.

 “Mijara sereke hêz e”

Rohilat Efrînê diyar kir ku gotûbêj li ser sererastkirina rêkeftina 18ê mehê didomin û xala herî girîng a nakokiyê mijara "hêzên leşkerî" ye.

Rohilatê destnîşan kir ku rêveberiya nû dixwaze şervan "tek bi tek" tevlî artêşê bibin lê wan ev yek qebûl nekiriye û got:

"Me bi wan re nîqaşa vê yekê kiriye. Ji tek bi tek zêdetir, divê hêzeke Kurdan hebe.

Êdî bi artêşê re dibe, bi hikûmetê re dibe, di nava hevahengiyê de bimeşe. Divê hêza Kurdan hebe û Rojavayê Kurdistanê biparêze. Em niha hewl didin vê yekê bi wan bidin qebûlkirin."

Li Hewlêrê çi qewimî?

Vîdeoya civîna şandeya Rojavayê Kurdistanê û Tom Barrack a li Hewlêrê belav bûbû û derketibû holê ku Serok Mesûd Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û şandeya pê re bi awayekî xemgîn û matmayî xuya dikirin.

Rohilatê sedema wê rewşê eşkere kir û got, dema ew di civînê de bûn wan nûçeya destpêkirina şerê Dêr Hafirê bihîstiye û got:

"Dema em di civînê de bûn şer dest pê kir. Li gorî îtifaqê, diviya hêza me xwe bikşanda sînorekî.

Hêza me dest bi vekişînê kir lê di heman demê de wan (Artêşa Ereban a Sûriyeyê) dest bi êrişê kir.

Di nav civînê de zanyarî hat ku şer li Dêrhafir û Meskenê dest pê kiriye.

Ji ber vê yekê hemû kesî rûyê xwe tirş kir. Di navberê de telefon hatin kirin da ku em rêyekê bibînin û vî şerî bidin sekinandin."

“Em dixwazin destkeftiyên Kurdan biparêzin”

Femandara YPJyê diyar kir ku armanca wan a sereke parastina destkeftiyên Kurdan e û wiha pê de çû:

"Tiştê ku em dixwazin ew e ku em vî welatî biparêzin. Em dixwazin destkeftiyên Kurdan bên parastin, ev têkoşîn bê parastin û mafê Kurdan bê qebûlkirin. Di civînê de li ser van mijaran nîqaş hatin kirin."