Îlham Ehmed behsa hûrgiliyan dike: Şamê çima soza ‘3 firqeyan’ xwar?

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê da zanîn ku Şamê di destpêkê de beşdariya HSDyê ya wekî 3 firqeyan qebûl kiribû lê piştî midaxeleya derve ji wê soza xwe vegeriya.

Îlhamê derbarê dan û standinên dawî yên bi hikûmeta Sûriyeyê û rola Amerîkayê de ji pêşkeşkarê Rûdawê Hêvîdar Ehmed re axivî.

Îlhamê eşkere kir ku Şamê berê avakirina "sê firqeyên leşkerî" qebûl kiribû lê piştre ji ber "midaxeleyekê" ji vê biryarê poşman bûye û vegeriyaye ser daxwaza "tevlîbûna takekesî".

“Amerîka nêrînan digire û dibe Şamê”

Îlhamê diyar kir ku şandeke Amerîkayê serdana wan kiriye da ku nêrînên wan derbarê pêkanîna rêkeftina 18ê mehê de werbigire, berî ku ew şand serdana Şamê bike.

Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser li ser rola Amerîkayê got:

"Hebûna Amerîkayê wekî navbeynkar û garantor ji bo me girîng e, bi taybetî ji bo şopandina pêkanîna rêkeftinan.

Wan xwest ku me bibînin da ku nêrînên me bizanibin û piştre bibin Şamê û li ser xalên hevbeş nîqaşê bikin."

Mijara herî aloz: Dosyeya leşkerî

Îlhamê destnîşan kir ku xala herî dijwar a di dan û standinan de mijara leşkerî ye.

Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser diyar kir ku di rêkeftinê de behsa "tevlîbûna takekesî (tek bi tek)" tê kirin lê wan hewl daye vê biguherînin.

Îlhamê di berdewamiyê jî de got, "Di serdemekê de wan (Şamê) sê firqe qebûl kirin.

Heta dema em bi Ehmed Şer re rûniştin û Amerîkî jî amade bûn, behsa sê firqeyan hat kirin û qebûl kirin.

Piştre ev yek hat rawestandin. Di baweriya me de midaxeleyek li ser hat kirin û vegeriyan ser mijara tevlîbûna takekesî."

“Em dixwazin wekî parêzgehên din bin”

Siyasetmedara Kurd derbarê çawaniya tevlîbûna hêzên HSDyê ya nav artêşa Sûriyeyê anî zimên ku ew dixwazin mîna parêzgehên din ên Sûriyeyê bin û got, "Em hewl didin xelkê herêmê di nava artêşê de cih bigire.

Herêmên din çawa hatine birêxistinkirin? Her parêzgehekê lîwayên xwe û firqeyên xwe hene. Em dixwazin li vir jî wisa be."

Birêvebiriya herêmî

Îlhamê li ser mijara îdarî ya herêma Cizîrê, Hisîça û Kobaniyê jî teqez kir ku divê birêvebirî di destê xelkê herêmê de be.

Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser wiha pê de çû:

"Divê çarçoveyek hebe ku xelkê herêmê bi xwe herêma xwe bi rê ve bibe.

Şert nîne ku tenê Kurd bin; Suryan û Ereb jî hene. Kesên ku bi salan e di saziyên xizmetguzariyê de kar dikin û ewlekariya navxweyî diparêzin, divê birêvebiriyê bidomînin."