Hovîtiya li Reqayê: Termê şervanê Kurd şewitandin û ji bo radestkirinê fîdye xwestin

Hewlêr (Rûdaw) –Tora Medyayî ya Rûdawê zanyariyên taybet derbarê nasnameya wî şervanê Efrînî de bi dest xist ku dîmenên şewitandin û bêrêziya li termê wî li ser torên civakî hatibûn belavkirin.

Malbata wî şervanî ji Rûdawê re ragihand ku heta niha termê kurê wan radestî wan nehatiye kirin.

Di dîmenan de xuya dibû ku hejmarek çekdar heqaretê li termê şervanekî dikin û paşê dîmenên şewitandina wî termî hatibûn belavkirin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, nasnavê wî şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Egîd Reco ye û navê wî yê rastî jî Omer Mihemed e.

 “Ji bo radestkirina cenaze 500 dolar xwestin”

Xizma wî şervanî Nîgar Mihemedê ji Rûdawê re hûrgilî eşkere kirin û got:

“Ji 17ê mehê ve pêwendiya telefonî ya bi Omer re qut bûye. Herî dawî 17ê mehê bi jina xwe re axivîbû.

Omer li Reqayê şehîd dikeve û telefona wî jî dikeve destê çekdaran. Çekdaran jî vîdeoya Omer ji malbat û merivên wî re şand.

Wan termê wî hemû şewitandiye. Pişt re ji malbat û merivên wî re gotin, ‘500 dolarî bişînin em dê cenazeyê wî bişînin’.”

Omer Mihemedê 22 salî xelkê gundê Qere Babayê yê Efrînê ye. Navê bavê wî Mihemed û navê dêya wî jî Emîne ye. Her wiha hat zanîn ku Omer bavê kurekî ye.

 “Term radestî malbatê nehatiye kirin”

Nîgar Mihemedê da zanîn ku heta niha termê wî şervanî radestî malbata wî nehatiye kirin.
Malbata wî diyar dike ku ew nizanin termê Omer niha di destê kê de ye û li ku derê ye.