Neteweyên Yekbûyî dê alîkariya mirovî bişînî Kobaniyê
Hewlêr (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî bi hevahengiya bi Parêzgariya Helebê re ji bo Kobaniyê 24 barhilgirên alîkariya mirovî amade kirin.
Parêzgariya Helebê ragihand ku Komîteya Navendî ya Bersivdayînê ya Helebê û rêxistinên Neteweyên Yekbûyî karwanekî ji 24 barhilgirî amade kir da ku bişîne Kobaniyê.
Li gorî Parêzgariya Helebê, di wan barhilgiran de kelûpelên tenduristiyê, mirovî û lojîstîkî hene.
Parêzgariyê amaje pê kir ku karwan ji bo dabînkirina pêdiviyên sereke û xizmetguzariyê, ji bajarê Helebê ber bi Kobaniyê ve bi rê ketiye.
Rojnameger Gandî Dawid îro ji Kobaniyê beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser rewşa bajêr agahî dan.
Gandî Dawid got, “10 roj in ku av, elektrîk û înternet li ser bajêr qut bûne. Xelk di nav sermayê de maye û hîna ti alîkarî negihiştine bajêr.”
Gandî Dawid her wiha da zanîn ku li Kobaniyê pileya germê yek e û xelk ji bo ku ava vexwarinê peyda bike berfê dihelîne.