DEM Partiyê ji Tirkiyeyê xwest korîdoreke mirovî ji bo Kobaniyê veke

Hewlêr (Rûdaw) – DEM Partiyê ji hikûmeta Tirkiyeyê xwest ku ji bo Kobaniyê korîdoreke mirovî veke.

Dorpêça Artêşa Ereban a Sûriyeyê û komên çekdar a li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê berdewam dike.

Zêdetirî hefteyekê ye elektrîk, av û înterneta xelkê bajêr hatiye qutkirin.

Bi deh hezaran welatiyan jî ji ber şer û pevçûnan koçî bajêr kiriye.

Vê rewşê dilgiraniya rûdana karesateke mezin a mirovî zêde kirine.

DEM Partiyê ji bo gihandina alîkariyên ji hikûmeta Tirkiyeyê xwest ku korîdorek ji Bakurê Kurdistanê ber bi Kobaniyê ve were vekirin.

“Bila dorpêç bi dawî bibe”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got:

“Bila ev dorpêça dermirovî ku bajarên Kurdan dixeniqîne û bênefes dihêle demildest bi dawî bibe.

Bila korîdorên mirovî werin vekirin. Di serî de divê Tirkiye veke.

Ji ber ku deriyên sînorî yên Murşîtpinar û Nisêbînê li Tirkiyeyê ne. Divê demildest ev derî werin vekirin.”

Ji ber dorpêça li Kobaniyê heta niha 5 zarok ji ber sermayê mirin.

Stokên dermanan û pêdiviyên sereke yên xwarinê ber bi nemanê ve ne.

Koçber û xelkê bajêr di şert û mercên giran ên zivistanê de têkoşîna jiyanê didin.

“Divê Tirkiye alîkariyê bişîne”

Parlamenterê Partiya Paşerojê Kanî Torun jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji bo Kobaniyê bangeke taybet li hikûmeta Tirkiyeyê kir û got:

"Ji ber dorpêça li Kobaniyê mirina sivîlan nayê qebûlkirin.

Divê Tirkiye di demeke herî kurt de alîkariyan bişîne. Ji ber rêxistinê cezakirina sivîlan xelet e.”

Li gorî ajansên Neteweyên Yekbûyî, ji ber êrişên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê yên li ser taxên Kurdan ên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê zêdetirî 150 hezar kes û li navçeyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê jî herî kêm 134 hezar kes ji cih û warên xwe koçber bûne.

Gelek ji wan koçberan jî berê xwe daye Kobaniyê û li benda alîkariyên mirovî ne.