Komeleya Ehmedê Xanî: Cîhan deyndarê xortên Kurdan e
Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Ehmedê Xanî ya Çand û Baweriyê ya Êlihê derbarê êrişên li Rojavayê ragihand ku hemû cîhan deyndarê xortên Kurdan e û divê cîhan li hemberî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê bêdeng nemîne.
Piştî ku Artêşa Sûriyeyê êrişî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rojavayê Kurdistanê kir, li çar parçeyên Kurdistanê nerazîbûneke gelekî mezin çêbû.
Komeleya Ehmedê Xanî ya Çand û Baweriyê ya Êlihê derbarê êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir.
Komeleya Ehmedê Xanî di daxuyaniyê de nerazîbûna xwe nîşan da.
Komeleya Ehmedê Xanî di daxuyaniyê de dibêje, “Di serî de Amerîka, hemû cîhan deyndarê xortên Kurdan e.
Mixabin Kurd dibin armanca êrişên gelekî mezin û hovane.”
“Şerê hebûn û tunebûnê”
Komeleyê di daxuyaniya Komeleyê de bal kişand ser bêstatubûna Kurdan û got:
"Li cîhanê gelek netewe hene ku hejmara wan ji sed hezarî jî kêmtir e û nûnerên wan li Neteweyên Yekbûyî û saziyên din ên navneteweyî hene.
Gelê Kurd ku zêdeyî 50 milyonan e, ji bilî ku nûnertiya wan tune, hebûna wan jî nayê qebûlkirin.
Di roja îro de hîna jî şerê hebûn û tunebûnê dikin. Li gorî raya me ev ne karekî mirovî û exlaqî ye."
“Kurd bi Hevpeymaniya Navneteweyî re tevgeriyan”
Komeleya Ehmedê Xanî diyar kir ku Kurdan şerê navxweyî yê Sûriyeyê nedaye destpêkirin lê neçar mane ku xwe biparêzin û wiha pê de çû:
"Yên ku li Sûriyeyê şerê navxweyî dan destpêkirin ne Kurd bûn lê ji ber vî şerî neçar bûn ku ji bo parastina mal û namûsa xwe dest bavêjin çekan.
Roja şerê Sûriyeyê yê navxweyî dest pê kir heta îro navê Kurdan neketiye raporeke ku mafê mirovan bin pê kiribin.
Bi ser de jî Kurd bi Hevpeymaniya Navneteweyî re tevgeriyan, heta îro zêdeyî 10 hezar xortên xwe yên ciwan ji dest dan.
Mixabin di roja îro de dibin armanca êrişên gelekî mezin û hovane.”
Banga li Amerîkayê
Di dawiya daxuyaniyê de bang li Amerîka û hêzên navneteweyî hat kirin û hat gotin:
"Di serî de Amerîka hemû cîhan deyndarê van xortên Kurdan e.
Tevî rewşa îro bêdengiya cîhanê ya li dijî van êrişên hovane, dûrî maf û hiqûqa mirovatiyê ye.
Banga me ev e ku Amerîka û hevalbendên wê demildest destwerdanê bikin û van êrişên hovane yên li ser Kurdan rakin. Peymaneke bi rûmet bidin çêkirin.”