Medyaya Kurdistanê ji Rûdawê re sersaxî xwest
Hewlêr (Rûdaw) – Dezgehên ragihandinê yên Herêma Kurdistanê li ser şehîdbûna rojnamevana jêhatî Rêvebera Output a Rûdawê Şîfa Gerdî, peyama sersaxiyê dan.
Îro roja Şemiyê 25.02.2017 mixabin di dema rûmala bûyerên şerê Mûsilê de, ji ber teqîna bombeyeke vedayî rojnamevana jêhatî ya Rûdawê Şîfa Gerdî şehîd bû û wênegirê wê Yûnis Mistefa jî birîndar bû.
Dezgeha Meydaya Kurdistan 24 di peyama xwe de wiha gotiye:
Dezgeha Meydaya Kurdistan24 bo ragihandin û lêkolînê serxweşiyê li malbata Şîfa Gerdî û hevkarên wê dike û hêviya saxiyê jî bo birîndaran û tevahiya tîmên medyayî dixwaze.ç
BasNews
Bi dileke xemgîn îro, roja Şemiyê, me nûçeya şehîdbûna medyakara tora medyayî ya Rûdawê Şîfa Gerdî di dema rûmalkirina bûyerên bereyên operasyona rizgarkirina Mûsilê de bihîst.
Bo vê boneya xemgîn, em bi navê Rêveberê Giştî û sernivîser û hemû rojnamevan û medyakarên dezgeha Basê sersaxiyên xwe arasteyî kesûkar, malbat, hevkarê xanima şehîd rojnamevan Şêfa Gerdî dikin, herwiha bi destdana yekek ji çalaktirîn û zîrktirîn jina medyakar, hevxemiya xwe ji tora medyayî ya Rûdawê re jî derdbirînin.
Mixabin medyaya Kurdî û karwanê rojnamevanên Kurdistanê bi şehîdbûna Şîfa Gerdî jina rojnamevan a wêrek û tiştê bi serê wê de hatiye , bi asayî cihê wê nayê girtin.
Di vê derbarê de jî hêviya silametiyê û başbûneke bi lez ji rewşa kameremanê Rûdawê Yûnis Mistefa re jî dixwazin.
KurdMAX TV Entertainment Channel:
Bihîstina nûçeya şehîdbûna rojnamevan Şîfa Gerdî em xembar kirin. Em ji bo malbata Şîfa Gerdî û xebatkarên Tora Medyayê ya Rudawê re sersaxiyê dixwazin. Ji kamerevan Yûnis Mistefa re jî şîfaya xêrê dixwazin.
Nalia Media Corporation:
Bi xemeke mezin nûçeya şehîdbûna rojnamevan Şîfa Gerdî gihîşt me. Em ji bo xebatkarên Tora Medyayê ya Rudawê re sersaxiyê dixwazin. Bi me divê li eniyên şerî ewlehiya jiyana rojnamevanan bê parastin. Em hêvî dikin ku ev bibe ya dawiyê.
NWE Kurdistan
Di şerê li dijî DAIŞê de mixabin agahiya şehîdbûna rojnamevan Şîfa Gerdî gihîşt me û em bi vê yekê xemgîn bûn. Ji bo malbata Şîfa Gerdî û xebatkarên Tora Medyayî ya Rûdawê sersaxî dixwazin.
Kurdistan TV:
Mixabin agahiya şehîdbûna Şîfa Gerdî gihişte me. Ji bo malbata rojnamevan Şîfa Gerdî û hevkarên wê yên Rûdawê, sersaxiyê dixwazin. Ji wênegirê Rûdawê Yûnis Mistefa re jî şîfayê dixwazin.”
Gruba Medyayî ya Silêmeniyê (SNN):
Em bi agahiya şehîdbûna rojnamevan û pêşkêşvana Rûdawê Şîfa Gerdî xemgîn bûn. Em ji malbata wê û hevkarên wê yên Rûdawê re sersaxiyê dixwazin.
Xelk Medya Grubu:
Mixabin agahiya şehîdbûna Şîfa Gerdî gihişte me. Ji bo malbata Şîfa Gerdî û xebatkarên Tora Medyayî ya Rûdawê sersaxî dixwazin.
Xandan:
Mixabin agahiya şehîdbûna rojnamevan Şîfa Gerdî gihişte me. Ji bo malbata Şîfa Gerdî û xebatkarên Tora Medyayî ya Rûdawê sersaxî dixwazin. Şehîdbûna Şîfa Gerdî di medyaya kurdî de valahiyeke mezin çêkir.
Kanala SPEDA:
Em ji malbata Şîfa Gerdî û ji hemû xebatkarên Tora Medyayê ya Rudawê re sersaxîyê, ji Yûnis Mistefa re jî şîfaya xêrê dixwazin.
PUK MEDIA:
Me bi xemgînî agahiyan şeehîdbûna peyamnêr û rojnamevana kurd a kenala Rudawê Şîfa Gerdî bihîst. Şehîdbûna wê cihê dilgiranî û xemgîniyê ye. Em hevparê xemabriya kes û karên wê ne. Dilovaniya Xwedê lê be û cihê wê beheşta berîn be û şehîd namirin.
Komeleya berevaniyê ya azadiya rojnamevanên Iraqê di daxûyaniyekê de ragihand ku ew sersaxiyê ji tevahiya rojnamevanan û bi taybetî jî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re dixwazin.
Komeleya Berevaniyê ya azadiya rojnamevaniyê li Iraqê ragihand ku ew daxwazê ji rojnamevanên şer diken ku di dema rûmalan de hay ji xwe hebin, bi taybetî jî di dema rûbirûbûna rêxistina DAIŞê de yan jî li milê rastê Mûsilê ku heta niha jî ji bermahî û paşmaweyên DAIŞê nehatiye paqijkirin.