Li deriyê Pêşxabûr- Sêmalka tedbîrên vîrûsa koronayê têne standin

Hewlêr (Rûdaw)  - Li deriyê sînorî Pêşxabûr- Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji bo rêgirtina li ber nexweşiya vîrûsa koronayê tedbîrên pêwîst têne standin û hemû kesên ku çû û hatinê bi derî re dikin tevî otomobîlan xwe pişkinîna wan tê kirin kontrol dikin.

Rêveberên Deriyê Pêşxabûrê Şewket Berbuharî ji Rûdawê re ragihand ku hemû kes û tiştên diçin û tên ji aliyê pisporan ve têne kontrolkirin.

Şewket Berbuharî herwiha kir, kamyonên baran jî, di xala kontrolkirinê re derbas dibin û têne kontrolkirin.

Li aliyê Rojavayê Kurdistanê li Deriyê Sêmalka jî xaleke kontrolkirinê hatiye danîn pişkinîn tê kirin.

Piştî belavbûna vîrûsa koronayê li Iraqê û Îranê ku heta niha 15 kesan canê xwe ji dest daye, metirsiyeke mezin li ser welatên derdorê çêbûye.