Nêçîrvan Barzanî: Rapora Komîsyonê ji bo aştiyê gaveke rast e
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser rapora Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê got, "Rapora komîsyonê ji bo aştiyê gaveke di rêya rast de ye"
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê civîna xwe ya 21an li dar xist û li ser rapora amadekirî deng da.
Rapora 60 rûpelî ya ku ji aliyê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ve li Parlamentoya Tirkiyeyê hatibû amadekirin, li komîsyonê bi 47 dengî hat qebûlkirin.
AK Partiyê, CHPyê, DEM Partiyê, MHPyê û Partiya Yeni Yolê dengê "Erê" da, TÎPê û EMEPê jî dengê "Na" da. Endamekî jî dengê xwe wekî bêalî bi kar anî.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser rapora Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê peyamek belav kir.
"Em hêvîdar in gavên din li pey vê raporê werin"
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got:
"Ez piştgiriyê didi, rapora Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya li Parlamentoya Tirkiyeyê.
Ez vê raporê wekî gaveke girîng û di rêya rast de ji bo aştî û çareseriyê dibînim.
bipêşxistina zimanê siyaset û diyalogê û pêbendiya bi çareseriya aştiyane, bingehên sereke ne ji bo avakirina aramiya mayînde ku di berjewendiya tevahiya herêmê de ye.
Em li Herêma Kurdistanê, wekî her car tekezî li ser piştgirî û hevkariya xwe dikin ji bo her hewldan û gava ku armanca wê çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan be û asoyeke nû ji bo biratî û pêkvejiyanê vebike.
Em hêvîdar in gavên din li parlamentoyê li pey vê raporê werin, da ku bawerî zêdetir bibe û aştiya ku her kes li bendê ye, pêk were.”