ÊLIH - Di operasyona qumarê de 73 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li 10 bajaran operasyoneke qumarê hat kirin ku navenda wê Êliha Bakurê Kurdistanê bû û 73 gumanbar hatin desteserkirin.

Tîmên Şaxa Têkoşîna bi Sûcên Sîber re ya Gerînendehiya Ewlehiyê ya Bajêr, bi kordînasyona Serdozgeriya Komarê ya Êlihê tesbît kir ku "pereyên reş" ên ji malperên qumara sîber hatine bidestxistin, destpêkê derbasî hesabên cuda û paşê jî derbasî hesabên krîpto hatine kirin û bi vî rengî hatine spîkirin.

Li ser vê yekê hat tesbîtkirin ku 81 kesan di zêdeyî 2 milyon dan û standinên bankê de, bi giştî bi qebareya 15 milyar û 172 milyon û 805 hezar û 258 lîreyan kar kiriye.

Di operasyona hevwext a ku li parêzgehên Êlih, Amed, Stenbol, Enqere, Antalya, Îzmîr, Sakarya, Kastamonu, Nevşehîr û Mersînê bi beşdariya 105 tîm û 350 personelan hat lidarxistin de 73 gumanbar hatin desteserkirin.

Hat ragihandin ku kar û barên yasayî yên gumanbaran berdewam dikin û ji bo girtina 8 kesên din jî xebat tên kirin.