Nêçîrvan Barzanî û şandeyaya Almanyayê behsa Rojavayê Kurdistanê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeyeke Almanyayê behsa rûdanên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Wezîrê Dewletê yê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê Geza Andreas von Geyr û şanda pê re qebûl kirin.

Şandeya Almanyayê di civînê de tekez kir ku welatê wan giringiyeke mezin dide aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê.

Civîn îro li Hewlêrê çêbû û Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser naveroka civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de pêşxistina pêwendiyên Almanyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re hat gotûbêjkirin.

Her wiha rûdanên dawî yên siyasî yên li Îraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û rewşa giştî ya herêmê hatin nirxandin.

"Almanya dixwaze hevkariyê bidomîne"

Şandeya Almanyayê diyar kir ku aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo Almanyayê girîng e.

Şandeyê xwesteka xwe ya ji bo berdewamiya hevkariya hevbeş a di warên cuda de anî zimên.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya Almanyayê kir ji ber alîkarî û piştevaniya ku di her warî de pêşkêşî Herêma Kurdistanê kiriye.

Girîngiya aştiyê

Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkan a bi rêyên aştiyane.

Serokê Herêma Kurdistanê her wiha tekezî li ser parastina aramî û îstiqrara herêmê kir.

Balyozê Almanyayê yê Îraqê û Konsulê Giştî yê Almanyayê yê Herêma Kurdistanê jî di civînê de amade bûn.

Gefên DAIŞê, rewşa dawî ya Sûriye, Rojavayê Kurdistanê û mijarên din ên herêmî yên ku her du alî giringiyê didinê di civînê de hatin gotûbêjkirin.