Hikûmeta Sûriyeyê berpirsê nû yê Efrînê diyar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Helebê ya Sûriyeyê ragihand ku Xêro Elî Dawid wekî berpirsê nû yê herêma Efrînê hatiye destnîşan kirin.

Hikûmeta Sûriyeyê di rêveberiya Efrînê de guherîn kir.

Parêzgariya Helebê doh Xêro Elî Dawid li şûna Mesûd Betal wekî berpirsê herêma Efrînê erkdar kir.

Xêro Elî Dawid kî ye?

Xêro Elî Dawid sala 1993yan ji dayîk bûye û xwendekarê Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Îdlibê ye.

Xêro Elî Dawid berê di Rêveberiya Karûbarên Siyasî ya Parêzgariya Helebê de wekî berpirsê ofîsa çalakiyan kar kiriye.

Her wiha hat zanîn ku Xêro Elî Dawid bi eslê xwe ji gundê Qerzêlê yê Efrînê ye lê malbata wî li gundê Bircê yê herêma Babê dijîn