Ebdulhemîd Derwîş: Emê tevlî ENKSê bibin

25-03-2016
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekretêrê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (PDPKS) Ebdulhemîd Derwîş ragihand ew dê dîsa tevlî Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bibin.

Sekertêrê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Ebdulhemîd Derwîş ji bjarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê beşdarî bultena Rûdawê bû û derbarê hevdîtinên Jenêvê de daxuyanî da.

Ebdulhemîd Derwîş pirsa “Gera duyem a Jenevê bi dawî hat, Kurd nikarîbûn di dekomêntên fermî de, navê Kurd, Doza Kurd, giraniya xwe li Jenêvê tesbît bikin, ev lawaziya tevgera siyasî nîşan nade, kî berpirsyar e?” wiha bersivand:

“Kurd nikarin di nav dijbereya Sûriyê serbikevin ji ber ku kesên di nava dijbereyê de girêdayê hizba Beasî bûne.

Derwîş amaje kir ku Rûsya razî ye aliyên Kurd bi şandeke herin Jenêvê û got, heger derfet hebe ew dixwazin ligel ENKSê biçin Jenêvê.

Sekertêrê PDPKSê herwiha got ewê tevlî ENKSê bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst