Ocalan bi rêya telefonê bi birayê xwe re axivî

Hewlêr (Rûdaw) - Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand ku malbata Serokê PKKê Abdullah Ocalan bê rêya telefonê hevdîtinek pêk aniyê lê hevîtin kurt bûye.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di derbarê hevdîtina bi bi serokê PKKê Abdullah Ocalan re daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê got “Ji bo ku malbata Abdullah Ocalan mafê xwe yê hevdîtina bi telefonê bikar bînê, ji bo dozgeriyê hatine bangkirin. Dema Ocalan bi birayê xwe re diaxivî, piştî demeke gelek kurt, axavtin hatiye birîn û axavtin nehatiye berdewam kirin.”

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê amaje bi wê yekê kir ku dozgerî, ji bo ku mafê xwe yê hevdîtina bi telefonê bikar bînîn gazî malabata muwekîlên wan, Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaê yên di girtîgeha Îmraliyê de ne kiriye.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di daxuyanitê de diyar kir ku “Dema Ocalan bi birayê xwe re diaxivî, piştî demeke gelek kurt, axavtin hatiye birîn û axavtin nehatiye berdewam kirin. Axavtina Hamîlî Yildirim jî pir kurt berdewam kiriye lê Hayrî Konar û Veysî Aktaş ji ber ku rewşa tecrîtê protesto kirine, hevdîtin pêk neanîne.”

Herwiha Buroya Hiqûqê ya Sedsalê tekez kir ku derfeta wan çênebû ku ew di derbarê rewşa tenduristiya Ocalan de agahdariyeke baş bi dest xwe bixin û ji ber vê yekê ji bo ku li îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin pêk bînin, daxaziya hevdîtenke lezgîn dikin.

Herî dawî 3ê Adara 2020an malbata Ocalan bi wî re hevdîtin kiriye û di 27ê Nîsan 2020an de birayî Mehmet Ocalan bi rêya telefonê peywendî ligel pêk aniye.