Li Hewlêrê şeva borî çi qewimî?

Hewlêr (Rûdaw) - Li asmanê Hewlêra paytext şeva borî û vê sibehê tevgereke zêde ya balafirên şer hebû.

Çavkaniyên ewlehiyê ragihand ku ew mûşek û dronên ku ji Îranê û xeta sînorî ber bi Hewlêrê ve hatibûn avêtin, ji aliyê balafirên Koalîsyona bi pêşengiya Amerîkayê ve li asman hatin têkbirin.

Dengê zêde yê balafiran şeva borî û saetên destpêkê yên sibeha çarşemê li asmanê Hewlêrê hat bihîstin.

Vê yekê di nav xelkê de tirs û dilgiranî çêkir.

Lê belê rayedarên ewlehiyê eşkere kir ku ew firîn ji bo parastina asmanê Herêma Kurdistanê bûne.

Dron ji bo mijûlkirina sîstema parastinê hatine şandin

Çavkaniyeke ewlehiyê ji Rûdawê re axivî û got ku di saetên şevê de ji Îranê û xeta sînor a bakur (Hacî Omeran) zêdetirî 4 mûşek û 5 dron ber bi Hewlêrê ve hatine avêtin.

Çavkaniyê li ser hûrgiliyên êrişê agahî dan û got:

"Dron ji bo ku bala sîstema parastina asmanî ya 'C-RAM'ê ya li Hewlêrê belav bikin û sîstemê mijûl bikin hatibûn şandin.

Lê belê beriya ku bigihin armancên xwe ji aliyê balafirên şer ên Amerîkayê ve li asman hatin têkşikandin."

Parêzgar Hewlêrê: Pêwîstî bi tirsê nîne

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw jî li ser mijarê daxuyaniyek da û bangî welatiyan kir ku aram bin.

Xoşnaw got, "Ne pêwîst e ti kes bitirse yan jî dilgiran bibe.

Ew dengên ku li asmanê Hewlêrê tên bihîstin, yên balafirên Koalîsyonê ne ku ewlehiya bajêr û asmanê wê diparêzin."

Paşmayên mûşekan li Balafirgeha Hewlêrê û Soranê ketin xwarê

Li gorî agahiyên ku çavkaniya ewlehiyê dane, piştî midaxeleya balafirên Koalîsyonê mûşek hatine têkbirin.

Paşmayên mûşekekê li başûrê Soranê ketin xwarê.

Paşmayên mûşekeke din jî li nav sînorê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ketin xwarê.

Sibeha sêşemê jî baregehên Pêşmergeyan ên li navçeya Soranê ya Hewlêrê ji aliyê Îranê ve bi 6 mûşekên balîstîk hatibûn bombebarankirin.

Di wê êrişê de 6 Pêşmerge şehîd ketibûn û 30 Pêşmerge jî birîndar bûbûn.

Hat zanîn ku tevgera balafiran a îro li xeteke berfireh a ji Hacî Omeranê heta bi Kerkûkê belav bûye.

Sedema vê yekê ew e ku radaran tevgereke gumanbar tespît kiriye û li ser vê yekê balafirên şer derbasî rewşa "amadebaşiyê" bûne.

Li Gundê Libnanî dronek ket ser avahiyekê

Li aliyê din vê sibehê li ser rêya Hewlêr-Behirkeyê li sîteya bi navê "Gundê Libnanî" dronek ket ser avahiyekê.

Di wan dîmenên ku gihiştine ber destê Rûdawê de xuya dibe, bi ketina dronê re elektrîka avahiyê qut dibe û zerereke madî digihe otomobîlên parkkirî.

Hat ragihandin ku di bûyerê de ti zererên canî çênebûne.