Li Êlihê ji ber zarokan malbat pev çûn: 9 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê malbat li ser pevçûna zarokan bi hev ketin û di encamê de 9 kes birîndar bûn.

Li Êlihê şeva borî du zarok pev çûn û di pevçûnê de F.O.yê 13 salî bi kêrê birîndar bû.

Piştre di navbera malbatên zarokan de jî nîqaş derket.

Di encamê de malbatan bi kêr û demançeyan êrişî hev kir.

Navbeynkar jî birîndar bû

Di pevçûna her du malbatan de ji her du aliyan 7 kesên din birîndar bûn.

Her wiha kesekî ku xwestibû navbeynkariyê bike jî di navberê de birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên cuda yên bajêr.

Hat zanîn ku derbarê bûyerê de dest bi lêpirsîn hatiye kirin.