HUDA PARê ji bo Pêşmergeyên şehîd peyameke sersaxiyê weşand
Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Doza Azad (HUDA PAR), ji bo Pêşmergeyên ku di êrişa mûşekî ya Îranê de şehîd ketibûn peyameke sersaxiyê weşand.
HUDA PARê di peyama xwe de ragihand:
"Em ji Xwedê ji bo Pêşmergeyan rehmê, ji bo malbatên wan, gelê Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê sersaxî û sebrê dixwazin. Em hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazin.
Helwesta Herêma Kurdistanê ya ku naxwaze bibe parçeyek ji şer û pevçûnan, helwesteke hêja ye."
HUDA PARê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bal kişand ser fedakariya Pêşmergeyan û wiha berdewam kir:
"Em bawer dikin ku divê ev helwest ji aliyê hemû welatên herêmê û bi taybetî jî ji aliyê Îranê ve bi pesndayînê were pêşwazîkirin."
'Baregehên Amerîkayê dibin sedema pirsgirêka ewlehiyê'
HUDA PARê di daxuyaniya xwe de hebûna leşkerî ya Amerîkayê ya li herêmê rexne kir û îdia kir ku ev yek dibe sedema bêîstiqrariyê û di daxuyaniyê de hat gotin:
"Eşkere ye ku baregehên Amerîkayê alîkariya ewlehî û aramiya welatên ku lê ne nakin.
Berovajî vê yekê, ew dibin sedema pirsgirêka ewlehiyê. Divê welatên herêmê girîngiyê bidin parastina aştiya herêmî, aramî û pêwendiyên baş ên cîrantiyê.
Divê welatên Îslamî qadên xwe yên bejayî, asmanî û deryayî ji bo êrişkarên Siyonîst-emperyalîst nedin bikaranîn û nebin şirîkê zilma wan."
Banga aqilmendiyê ji bo Îranê
HUDA PARê her wiha bangî Îranê kir ku di êrişên xwe yên tolhildanê de sivîlan û herêmên leşkerî yên ku pêwendiya wan bi êrişan re nîne, nekin armanc û wiha hişyarî da:
"Divê Îran ji armancgirtina cihên sivîl û leşkerî yên ku pêwendiya wan bi êrişan re nîne dûr bikeve.
Nexwe metirsiya belavbûna vî şerê neheq û naderasayî li seranserî herêmê pir mezin e."
Taziye Mesajı
— HÜDA PAR (@HurDavaPartisi) March 25, 2026
İran’ın, Erbil’e yönelik füze saldırılarında hayatını kaybeden peşmergelere Allah’tan rahmet; ailelerine, Kürdistan halkına ve Irak Kürdistan Bölgesel Yönetimi’ne başsağlığı ve sabır, yaralılara acil şifalar diliyoruz.
Kürdistan Bölgesel Yönetimi’nin savaşın ve… pic.twitter.com/zvvwFPim6F