Îmaratê êrişên Îranê yên li Herêma Kurdistanê şermezar kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Îmaratê, êrişên mûşekî yên Îranê yên li baregehên leşkerî yên li Herêma Kurdistanê şermezar kirin û wekî êrişên "terorîstî û neheq" bi nav kirin.

Wezareta Karên Derve ya Îmaratê li ser êrişên Îranê yên li Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir

Wezareta Karên Derve ya Îmaratê di daxuyaniyê de got:

“Îmarat bi tundî wê êrişa mûşekî ya terorîstî şermezar dike ku baregehên leşkerî yên li Herêma Kurdistana Îraqa bira kirin hedef.

Di encama wê êrişê de ji Hêzên Pêşmerge bi dehan şehîd û birîndar çêbûn.”

“Bipêşketineke xeternak e”

Îmaratê da zanîn ku ev destdirêjî "bipêşketineke xeternak" e.

Wezaretê her wiha destnîşan kir ku ev êriş binpêkirineke eşkere ya hîmên yasaya navneteweyî ye.

Wezareta Karên Derve ya Îmaratê hevsozî û piştgiriya tam a welatê xwe ji bo Îraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ducare kir.

Îmaratê ragihand ku ew piştgiriyê didin her gavên Hikûmeta Herêmê ku ji bo parastina aramî, ewlehî û silametiya welatiyan tê avêtin.

Serxweşî li malbatên şehîdan kir

Wezareta Karên Derve ya Îmaratê di dawiya daxuyaniyê de, serxweşî li malbatên şehîdan, Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Wezaretê ji bo birîndarên wê êrişa ku wekî "tawanbarane" pênase kir, daxwaza başbûna bilez kir.