Li Kerkûkê teqîn: Polîsekî Kurd canê xwe ji dest da
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê di encama teqîna bombeyekê de polîsekî canê xwe ji dest da.
Teqîn li ber mala fermandarekî Heşdî Şebiyê di dema rakirina bombeyekê de pêk hat û 3 kes jî birîndar bûn.
Nûçegihanê Rûdawê yê Kerkûkê Herdî Mihemed got, "Bombe li ber mala fermandarekî Heşdî Şebiyê yê bi navê Elî Ceifer hatiye danîn û dema polîsan xwestiye rakin teqiyaye."
Li gorî zanyariyên nûçegihanê Rûdawê, polîs û dezgehên ewlehiyê yên Kerkûkê ji hebûna bombeyê hatine agahdarkirin.
Tîmekê berê xwe daye cihê bûyerê da ku bombeyê rake lê di wê kêliyê de bombe bi wan ve teqiyaye.
Polîsê canê xwe ji dest daye Kurd e
Di encama teqînê de polîsekî canê xwe ji dest da.
Hat zanîn ku ew polîsê bi navê M.S. Kurdekî Kakayî ye.
Her wiha fermandarê Heşdî Şebiyê Elî Ceifer, polîsek û karmendekî şaredariyê yê ku li wê derê bû birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyê û hêzên ewlehiyê li ser bûyerê dest bi lêpirsînê kir.