Nêçîrvan Barzanî: Îran mikur hat ku şaşî hatiye kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku piştî êrişa bi mûşekan a Îranê ya li Îdareya Serbixwe ya Soranê wan pêwendî bi Îranê re daniye.
Doh di encama wê êrişê de li parêzgeha Hewlêrê 6 Pêşmerge şehîd ketin û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro çû şîna wan 6 Pêşmergeyên ku li Îdareya Serbixwe ya Soranê şehîd ketibûn.
Nêçîrvan Barzanî sersaxî da malbatên şehîdan û piştî şînê di konferanseke rojnamegeriyê de pirs bersivandin.
"Îranê qebûl kir ku şaşî kiriye"
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku wan yekser pêwendî bi Îranê re daniye û got:
"Hema piştî ku ev bûyer qewimî, me pêwendî bi Komara Îslamiya Îranê re danî.
Wan qebûl kir ku şaşiyek hatiye kirin.
Wan soz da ku dê li ser vê mijarê lêkolînê bikin. Wan her wiha dilgiranî û peyama xwe ya sersaxiyê jî ji Herêma Kurdistanê re şand.
Em niha li benda bersiva Komara Îslamiya Îranê ne da ku em bizanibin dê bersiva wan a ji bo Herêma Kurdistanê çi be."
"Em nabin beşek ji vî şerî"
Serokê Herêma Kurdistanê anî zimên ku wan ji aliyê xwe ve ev êriş bi tundî şermezar kiriye û wiha axivî:
"Siyaseta Herêma Kurdistanê zelal e. Em li herêmê faktora aramî û seqamgiriyê ne.
Me her tim tekez kiriye ku em ne çavkaniya gefan in li ser ti welatên cîran, bi taybetî jî li ser Komara Îslamî ya Îranê.
Ji destpêka şer ve jî me heman siyaset meşandiye. Em nebûne beşek ji vî şerî û em dê nebin beşek ji vî şerî jî."
Nêçîrvan Barzanî xwest ku Îran zelal bike bê çi rû daye û got:
"Hêviya me niha ew e ku Komara Îslamî ya Îranê lêkolîneke temam li ser vê mijarê bike û Herêma Kurdistanê agahdar bike bê çi qewimiye."
Banga li hikûmeta Îraqê
Serokê Herêma Kurdistanê derbarê berpirsyariyên Îraqê jî helwesta xwe diyar kir.
Nêçîrvan Barzanî bangî Bexdayê kir ku sînorekî ji bo wan komên çekdar deyne ku di bin navê "Miqawemeyê" de êrişî Herêma Kurdistanê dikin û got:
"Pêwîst e hikûmeta Îraqê wekî welatekî xwedî serwerî desthilata xwe bi kar bîne.
Beriya her tiştî, divê ew êrişên ku ji aliyê komên derveyî qanûnê ve li ser Herêma Kurdistanê tên kirin, werin rawestandin.
Bi dîtina min ev erkê hikûmeta federal a Îraqê ye û divê wê bi cih bîne. Em nebûne beşek ji şer û em dê nebin jî. Em hêvî dikin piştî vê bûyerê tiştekî din neqewime."
Pirs û bersivên li gel rojnamegeran
Di berdewamiya konferansa rojnamegeriyê de Nêçîrvan Barzanî çend pirsên rojnamegeran bersivandin:
Rojnameger: Cenabê Serok, Îraq dibêje mafê hêzên ewlehiyê heye ku bersiva her êrişekê bidin ku tê ser wan. Helwesta we li ser vê daxuyaniya hikûmeta Îraqê çi ye?
Nêçîrvan Barzanî: Pêwîst e hikûmeta Îraqê wekî welatekî xwedî serwerî desthilata xwe bi kar bîne. Beriya her tiştî, divê ew êrişên ku ji aliyê komên derveyî qanûnê ve li ser Herêma Kurdistanê tên kirin, werin rawestandin. Bi dîtina min ev erkê hikûmeta federal a Îraqê ye û divê bi cih bîne.
Rojnameger: Kak Nêçîrvan, Herêma Kurdistanê sînorên xwe parastine û nebûye beşek ji şer, çima berdewam êrişî wê tê kirin?
Nêçîrvan Barzanî: Gotina me ew e: Em nebûne beşek ji şer û em nabin beşek ji şer jî. Em hêvî dikin piştî vê bûyerê tiştekî din neqewime.
Rojnameger: Axaftina we ya dawî ya bi Îraqê re çi bûye? Gelo ji bo parastina Herêma Kurdistanê çi soz dane we?
Nêçîrvan Barzanî: Jixwe pirsgirêk ne ew e bê gotinên wan ji me re çi bûne. Di navxweyê Îraqê de jî êrişî hêzên ewlehiyê yên Îraqê dikin. Ne tenê êrişî Herêma Kurdistanê tê kirin. Lê bê guman pêwîst e sînorek ji bo wan komên derveyî qanûnê were danîn.