Li Herêma Kurdistanê bîlançoya êrişan: 14 şehîd û 85 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Rûdawê, Herêma Kurdistanê ji destpêka şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê ve bi zêdetirî 450 dron û mûşekan hatiye bombebarankirin.

Di encama van êrişan de 14 kesan canê xwe ji dest daye û 85 kes jî birîndar bûne.

Di nav şehîdan de 6 Pêşmerge û karmendekî Asayîşê hene.

Amara êrişan li gorî parêzgehan

Li gorî amaran, herî zêde êriş li ser parêzgeha Hewlêrê û derdora wê hatine kirin.

Zêdetirî 350 dron û mûşek ber bi Hewlêrê ve hatine avêtin.

Piştî Hewlêrê, parêzgeha Silêmaniyê bi 90 dron û mûşekan di rêza duyem de ye.

Her wiha li Dihokê 7 dron û li parêzgeha Helebceyê jî di êrişekê de 2 dron hatine bikaranîn.

Êrişên 24 demjimêrên dawî

Çavkaniyeke ewlehiyê ji Rûdawê re ragihand ku şeva borî heta saet 12ê şevê, zêdetirî 4 mûşek û 5 dron ber bi Hewlêrê ve hatin avêtin.

Lê belê hemû berî ku bigihin armanca xwe li asmên hatine têkbirin.

Îro berê sibehê jî bi dronan êrişî avahiyeke niştecihbûnê ya li Hewlêrê hate kirin.

Di vîdeoyan de tê dîtin ku li avahiyekê agir derketiye û ziyan gihiştiye çend otomobîlan.

Her wiha doh nîvro, 4 dron ber bi bajarê Hewlêrê ve hatin avêtin.

Li gorî agahiyên Rûdawê, her çar dron hatin xistin û perçeyên wan li çend taxên cuda ketin xwarê.

Êrişên roja Duşemê

Roja Duşemê gelek êriş li ser deverên cuda hatin kirin:

  • Nêzîkî saet 12ê şevê 5 dron li asmanê Hewlêrê hatin xistin.
  • Saet 11ê şevê dronek li asmanê Hewlêrê hat têkşikandin.
  • Saet 8ê êvarê 2 dron li Hewlêrê hatin xistin û perçeyên wan li taxên bajêr ketin.
  • Li Kesenazanê dronek ket xwarê.
  • Li nêzîkî Hewlêrê kampa malbatên Pêşmergeyên PDK-Îyê bi dronan hat bombebarankirin.
  • Li asmanê Soranê dronek hat xistin.
  • Li Hewlêrê dronek li ser malekê ket û ziyan gihand wê malê.
  • Li navçeya Xelîfanê dronek ket xwarê.
  • Li Silêmaniyê kampa malbatên Pêşmergeyên partiyeke Rojhilatê Kurdistanê bi dronan hat bombebarankirin.
  • Li herêma Germiyanê 4 dron ketin xwarê.

Bîlanço

Ji 28ê Sibatê ve, di encama êrişên bi 453 dron û mûşekan de 14 kesan canê xwe ji dest daye û 85 kes jî birîndar bûne.

Di nav kesên ku canê xwe ji dest daye de, 6 Pêşmergeyên Fermandariya Devera Yekê ya Xelîfanê û karmendekî Asayîşê yê Balafirgeha Hewlêrê hene.

Her wiha 6 Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê şehîd ketine.

12ê Adarê jî leşkerekî Fransayê jî li Hewlêrê mir.

Di nav 85 birîndaran de 30 Pêşmergeyên Fermandariya Devera Yekê ya Soranê hene.

Her wiha 3 karmendên Asayîşê, 13 sîvîl, 5 leşkerên Franseyê û hinek Pêşmergeyên din ên partiyên Kurdistanî birîndar bûne.

Deverên ku hatine bombebarankirin

Hewlêr: Spîlk, Mela Qere, Karêzan, kampên Zevî Spî û Cejnîkan, Kanî Qirjale, Dream City, Kesnezan, Pîrzîn, Fermanberan, Sêbîran, Roşinbîrî, Jiyan, Kurdistan, Newroz, Gundê Koriyê, Gezne, Behirke, Enkawa, Xelîfan, Balafirgeha Hewlêrê û derdora wê, Dêgele, Kampa Azadiyê, Çoman, Soran, baregehên yekîneyên Pêşmergeyan.

Silêmanî: Nava Silêmaniyê, Mêrgepan, Qalawe, taxa Beranan, Cadeya 60 Metrî, gundên Zirgwêz û Zirgwêzeletê, Sûrdaş, Kifrî, Hêzên 70yî yên Pêrşmergeyan, Kolana Taslûcayê, Çiyayê Zimnakoyê û baregehên yekîneyên Pêşmergeyan.

Dihok: Parzûngeha petrolê ya Sersengê, Kampa Bacid Kendalê, Akrê û Berdereş.

Helebce: Nava Helebceyê û Çiyayê Şinruwê.

Şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê 28ê Sibatê dest pê kir û ji roja yekem ve êrişên li ser Herêma Kurdistanê didomin.