Li Haranê turîzm ji ber aloziyan kêm bûye

25-04-2016
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Navçeya Haranê ya Rihayê ku bi xaniyên xwe yên cudareng, cihên dîrokî û cilûbergên Kurdî yên taybet bi herêmê bala geştyaran dikşîne, ji ber şer û aloziyên ku li Bakurê Kurdistanê heye, îsal di warê turîzmê de bêdengiyek heye.

Haran, di nav cihên jiyanê yên herî kevin ên cîhanê de tê destnişankirin û serdemekê bûye paytexta Asurlu û Emewiyan û herwiha yekem Zanîngeha Îslamê jî lê bûye, lewra her sal pêşwazî li sedan geştyarên navxwe û biyanî dike.

Bi hatina mehên havînê li Haranê sezona turîzmê jî dest pê dike, lê ji ber bûyerên ku li navçeyê diqewimin, îsal li gor salên borî zindîbûneke wiha naxwiye.

Rêveberên bajêr jî dixwazin jêrxana navçeyê bihêz bikin daku di salên pêş de bibe cihekî girîng bo turîzmê.

Qeymeqamê Haranê Temel Ayca, da zanîn ku li Haranê ji bo turîzmê demên herî maqûl ev çend mehên behar û havînê ne, lê mixabin rewşa xirab a li deverê bandoreke xirab li sektora turîzmê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst