Ava gola Urmiyê bi rêjeyeke berçav zêde bûye
Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber barîna barana zêde, îsal asta ava gola Urmiyê bi rêjeyeke berçav zêde bûye û bala geştyaran kişandiye ser xwe.
Zêdebûna ava gola Urmiyê wisa kiriye ku keştiya Artîma piştî heft salan ku ji ber ava kêm ji kar ketibû, cardin vegere nav gola Urmiyê.
Gelek kes ji bo dîtina dîmenên gola Urmiyê her roj ji deverên dûr û nêz serdana golê dikin.
Geştyarek dibêje ku par di van deman de serdana golê kiriye, lê av têde kêm bûye, lê îsal av zêde bûye, ev jî bûye cihê kêfxweşiyê.
Li gor zanyariyên keşnasiyê jî, metirsiya hişkbûnê bi awayekî demkî li ser gola Urmiyê nemaye.