Li Hewramanê du kolber hatin birîndarkirin

25-04-2024
Nîşan Kolber Rojhilatê Kurdistanê Birîndarkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên ewlehiyê yên Îranê li Hewramana rojhilatê Kurdistanê di du rojan de du kolber birîndar kirin.

Li gorî agahiyên ku saziyên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê dane, doh kolberekî ji Sewlawaya parêzgeha Sineyê, li Hewramanê hatiye birîndarkirin.

Ew kolber 23 salî ye û navê Elî Mihemedî ye.

Hat ragihandin ku gule li çoka Elî Mihemedî ketine û xelkê ew rakiriye nexweşxaneyê.

Hêzên ewlehiyê yên Îranê pêr jî li heman herêmê gule li kolberan reşandine.

Xelîl Perwîziyê 40 salî jî bi guleyên hêzên Îranê birîndar bûye.

Hat zanîn ku Xelîl Perwîzî ji Merîwanê ye û tedawiya wî li nexweşxaneyê berdewam dike.

Li gorî amarên Kolbernewsê ji 21ê Adara 2023yan heta 21ê Adara 2024an li herêmên sînorî yên Urmiye, Sine û Kirmaşanê herî kêm 444 kolber hatine kuştin an jî birîndarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst