Doza Gulistan Dokuyê: 2 karmendên nexweşxaneyê hatin desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya Doza Gulistan Dokuyê de li ser 3 karmendên Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê biryara desteserkirinê hat dayîn.
Di Doza Gulistan Dokuyê de ku eşkere bûbû 6 sal in ser wê hatiye girtin, pêşhatên nû didomin.
Di çarçoveya lêpirsîna kuştina Gulistan Dokuyê ya 21 salî de, karmendên beşa agahî û teknolojiyê yên Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê B.Y. û Y.E. hatin desteserkirin.
Kar û barên gumanbaran didomin.
Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê bi tohmetên wekî "kuştina bi qestî", "êrişa zayendî", "veşartin û jinavbirina delîlên sûc", "jinavbirina amaran a bi rêya ketina neyasayî ya nav pergala agahiyan", "bêparkirina kesî ji azadiyê", "nedayîna agahiya sûc" û "parastina sûcdar" lêpirsînê bi rê ve dibe.
Di çarçoveya vê lêpirsînê de berê 15 kes hatibûn desteserkirin.
Navên kesên girtî
Ji gumanbaran parêzgarê wê demê yê Dêrsimê Tuncay Sonel, kurê wî Mustafa Turkay Sonel, polîsê berê Gokhan Ertokê ku tê îdiakirin amarên di SIM karta Dokuyê de jê birine, hatin girtin.
Her wiha Serbijîşkê wê demê yê Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê Çagdaş Ozdemîrê ku tê îdiakirin qeydên nexweşxaneyê jê birine, karmendê berê yê Îdareya Taybet a Parêzgeha Dêrsimê Erdogan Elaldi, Celal Altaş, Nurşen Arikan û Ferhat Hanedan Guven jî hatin girtin.
Hevalê Gulistan Dokuyê Zeinal Abakarov, dêya wî Cemîle Yucer û zirbavê wî yê ku polîsê berê ye Engîn Yucer û parêzvanê wê demê yê Tuncay Sonel, Şukru Eroglu jî di nav girtiyan de ne.
Li aliyê din, ji bo Ugurcan A. û karmendên berpirsên kamerayên ewlehiyê yên Zanîngeha Munzûrê Savaş G. û Suleyman O. bi şertê kontrola dadî û qedexeya derketina derveyî welêt biryara berdanê hat dayîn.
Di lêpirsînê de ji bo gumanbarê fîrar Umut Altaşê ku li derveyî Tirkiyeyê ye, bultena sor hat derxistin.