AMED - Termê Mehmet Aslan di Çemê Firatê de hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şankuşê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, termê Mehmet Aslanê 51 salî hat dîtin ku dema bi malbata xwe re çûbû seyranê ketibû Çemê Firatê û winda bûbû.

Li navçeya Şankuşê Mehmet Aslan û malbata xwe çûn seyranê.

Piştî seyranê Mehmet Aslan pê hesiya ku wî tiştekî xwe li aliyê din ê rûbar ji bîr kiriye.

Ew û kurê xwe li belemekê siwar bûn da ku biçin wê tiştê bînin.

Ji ber livîneke ji nişka ve ya belemê, hevsengiya Mehmet Aslan xera bû û ket nav avê.

Kurê wî bi avjeniyê filitî

Mehmet Aslan di dema ketinê de ji serê xwe derb xwar.

Piştî derbê, Aslan kete ber pêlên avê û ji ber çavan winda bû.

Kurê wî jî bi avjeniyê karîbû xwe bigihîne qeraxê û canê xwe xilas kir.

Li ser agahdarkirina welatiyên derdorê, tîmên lêgerîna binavê yên cendirmeyan AFADê û tîmên xwebexş çûn cihê bûyerê.

Lêgerîneke berfireh hat destpêkirin

Ji bo dîtina Mehmet Aslan lêgerîneke berfireh dest pê kir.

Koma Nêçîrvanan a Amedê û masîgirên xwecihî jî bi belem û dronan piştgirî da xebatên lêgerîn û rizgarkirinê.

Piştî xebatên dijwar ên bi demjimêran, termê Mehmet Aslan hat dîtin.

Tîmên tenduristiyê piştî lêkolînên li cihê bûyerê, termê wî bir morga nexweşxaneyê.

Derbarê bûyerê de dest bi lêpirsînê hat kirin.

Her wiha hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya kurê wî baş e û tiştek pê nehatiye.