Komîsyona Hilbijartinan: Em ê wêneyên kartên dengdanê bidin partiyan
Silêmanî (Rûdaw) – Ofîsa Silêmaniyê ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê derbarê daxuyaniya çar partiyên nerazî de daxuyaniyek belav kir û ragihand, ku nûnerên wan ji Bexdayê hatine û dest pê kirine wêneyên kartên dengdanê bidin partî û lîsteyên beşdarî hilbijartinan bûne.
Ofîsa Silêmaniyê ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê di daxuyaniya xwe de dibêje: “Duh Pênşemê 25-05-2018, bi armanca wergirtina wêneyên kartên dengdanê, ku li ser hard dîskan de bûn, bi lez nûnerê Ofîsa Silêmanî vexwendine Nivîsîngeha Niştîmanî ya Komîsyonê li Bexdayê. Îro 25-05-2018 nûnerê me ji Bexdayê bi riya bejayî ber bi Silêmaniyê ve birêketiye. Dema her çar partiyan daxuyaniya xwe belav kirin navborî di rê de bû.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, ku berê jî ji partî û aliyan re hatiye ragihandin, ku dema nûnerê wabn bigihe Silêmaniyê dê demildest kartên dengdanê werin kopi kirin û bidin wan.
Herwiha hate ragihandin, ku bi tevî ku îro În e lê dîsa jî karmendên Ofîsa Silêmanî ya Komîsyonê li ser kar in da ku kopiyan bidin partiyan.
Ofîsa Silêmanî ya Komîsyona Hilbijartinan da xuyakirin, ku agahiyên dibêjin hard disk 2 roj in gihiştine Silêmaniyê ne rast in.
Çavkaniyekê ji Ofîsa Silêmaniyê ya Komîsyona hilbijartinan ji Rûdawê re ragihand, ku çar aliyên nerazî (Tevgera Goran, Komela Îslamî, Yekgirtûya Îslamî û Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî) gumanê ji hard dîskan dikin û eger bixwazin dikarin kopiyan ji Bexdayê jî werbigrin.
Hêjayê gotinê ye, ku dezgeha hilbijartinan a Goran, Hevpeymanî, Yekgirtû û Komela Îslamî bi daxuyaniyeke hevbeş ragihand ku du roj in ofîsa parêzgeha Silêmanî bi rêya şanderekî ve li Bexdayê, hewl dide wêneyên elektronîk ên kartên dengdanê werbigre, lê belê "bi hincetên ciyawaz û bi sedemên nediyar nûnerên partiyan diwestînin".
Dezgeha hilbijartinan a çar partiyên Kurdistanî di daxuyaniya xwe de diyar dikin ku biryar e Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ji bo berawirdkirina encamên hilbijartinan wêneyên elektronîk ên kartên dengdanê bidin partiyên ku beşdarî hilbijartinan bûne.
Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku "du roj in ofîsa parêzgeha Silêmanî bi rêya şanderekî ve li Bexdayê, wêneyên kartên dengdanê li ser hard dîskê wergirtine, lê belê bi hincetên ciyawaz û bi sedemên nediyar, nûnerên partiyan diwestînin, ev jî wê rastiyê derdixe holê ku hewldanên ji bo negihiştina wêneyên elektronîk ên kartên dengdanê, ji bo lîstina bi encaman e û ji bo veşartina sextekariyê hewldaneke cidî ye.
Piştî ku encamên hilbijartinan hatin eşkerekirin, çar partiyên Kurdistanî yên Tevgera Goran, Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Komela Îslamî ya Kurdistanê îdia kirin ku sîstema dengdanê ya elektronîk rastiyê nîşan nedaye û daxwaz kirin ku dengên welatiyan bi destan werin jimartin.