Kerkûk (Rûdaw) – Çekdarên DAIŞê li sînorê Daqûqê genimê cotkaran dişewitînin û bombe vedidin daku cotkar nikaribin genimê xwe bidirûn.
Çekdarên DAIŞê li sînorê Kerkûkê di nav mehekê de 15 caran bombe danîne û êriş kirine, di encama wan de 25 kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Hêzên Iraqî jî sînorekî mezin ê deverê vala kirine û şiyana wan a kontrolkirina wan deveran tine ye.
Endamekî Kurd ê Lijneya Hevbeş a Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniyê ya Iraqê dibêje ku hemû wan xalên ku ji bo baştirkirina rewşa wan deveran hatibûn danîn, li gel nexşeya deverê hatine amadekirin, Wezareta Pêşmerge jî ji Bexdayê daxwaz kiriye ku raspardeyên lijneyê bi awayekî pratîkî werin cîbicîkirin.
Seyd Tehsîn ku yek ji qurbaniyên destê DAIŞê ye, ji bilî şehîdkirina kurê wî ji aliyê çekdaran ve, bombeya vedayî bi traktora wî de teqiya, çend roj berê zêdetirî 150 donim genimê wî yê çandî hatin şewitandin.
Seyd Tehsîn ji Rûdawê re diyar kir: “Heta niha çar bombe li ser rêya min hatibûn danîn, yek ji wan bi otomobîla me de teqiya, yek ji wan dema kolana erd bi traktora min de teqiya, yek jî me dît û hêzên ewlehiyê agahdar kir, ew jî hatin û birin, yek jî bi şofêrê min de teqiya.”
Li sînorê heft gundên Kakeyî yên wê deverê, lîwayeke polîsê federalî heye, lê şarezayê cografyaya deverê nînin, berî niha fewceke Kakeyî ya ser bi Wezareta Pêşmerge li deverê hebû, piştî 16ê Cotmehê jî Heşda Şeibî fewceke Kakeyî pêk anî, lê ji ber ku mûçeyên wan nedişandin, wan jî nekarî berdewam bibin.
Zêdebûna liv û tevgerên DAIŞê li deverên Kerkûk û Xaneqînê nûnerên Kurd anîne deng, bi awayekî meydanî serdana çend cihan kirin û gihiştin wê qenaetê ku bêyî Pêşmerge zehmet e ku aramî vegere deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse