Li Mêrdînê di dawetekê de şer derket: 11 birîndar

25-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Reşmilê ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, di dawetekê de di navbera du aliyan de şer derket û di encamê de 11 kes birîndar bûn.

Li Taxa Bahçebaşi ya Reşmilê, şeva 24ê Gulanê di dawetekê de di navbera aliyê bûk û zava de ji ber sedemeke nehat zanîn şer derket.

Malbatên Acu û Çavuşoglu kursî û mase avêtin ji hevûdu û çek bikar anîn. Di encama bûyerê de ji her du malbatan 11 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û hêzên emnî bo cihê bûyerê hatin şandin.

10 birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê û birîndarek jî bo Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê hat veguhestin.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst