2 girtiyên Kurd piştî 31 salan hatin berdan
Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyên Kurd Selman Esmer û Şahîn Altun ên ku sala 1994an hatibûn girtin piştî 31 salan doh hatin berdan.
Girtiyê nexweş Selman Esmerê 54 salî sala 1994an hat girtin û bi hinceta “hewldana cudakirina beşeke ji axa birêvebiriya dewletê ya di bin serweriya dewletê de” cezayê heta hetayê lê hat birîn.
Li gorî biryara Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Aydinê, divabû Selman Esmerê ku Tebaxa 1994an hatibû girtin 30 salî di girtîgehê de bima û 22yê Sibata 2025an bihata berdan.
Lê Lijneya Îdare û Çavdêriya Girtîgehê bi hinceta ku “ji kiryara xwe poşman nebûye” rê neda berdana Selman û berdana wî 3 mehan bi paş xist.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Selman Esmerê ku ji Girtîgeha Tîpa T a Afyonkarahîsarê hat berdan çû bajarê xwe navçeya Misircê ya Sêrta Bakurê Kurdistanê.
Selman li Misircê bi awayekî girseyî hat pêşwazîkirin.
Divê were gotin ku nexweşiyên prostat û mîdeyê yên Selman Esmer hene.
Şahîn Altun jî doh hat berdan
Her wiha Şahîn Altunê ku sala 1994an li parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê hatibû girtin û bi heman hincetê cezayê heta hetayê lê hatibû birîn jî doh (24ê Gulanê) hat berdan.
Şahîn Altun ji Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê ya Balikesîrê hat berdan û ji aliyê berpirsên DEM Partiyê yên navçeya Bandirmayê û malbata xwe ve hat pêşwazîkirin.
Şahîn Altun li gel malbata xwe ber bi Agiriyê ve bi rê ket.