Ji Konsolê Amerîkayê ji bo gelê Kurdistanê peyama cejnê

Hewlêr (Rûdaw) – Konsolê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Ken Gros bi boneya Cenja Remezanê pîrozbahî li hemû mislimanên Kurdistanê kir û daxwaz kir, ku bi kirdarên ciwan hewla têkbirina hizra tundrewî ya DAIŞê bidin.

 

Konsolê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê,  bi boneya Cejna Remezanê peyameke vîdeoyî belav kir û cejna mislimanên li Başûrê Kurdistanê pîroz kir.

 

Ken Gros di peyama xwe de di peyama xwe de qala qehremantiya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir û mizginiya nêzîkbûna rizgariya Mûsilê û bidawîbûna DAIŞê dubare kir.

 

Ken Gros di peyama xwe de daxwaz ji gelê Kurdistan û Iraqê kir, ku di cejn û boneyan de bêyî cudahî, berçavgirtina cudahiyên ol û nijadî, herin al3ikariya cîranên xwe, giringî bidin hev da ku DAIŞ nekare careke din vegera welat.