PDK û YNK derbarê Kerkûkê û pêkanîna hikûmetê de dicivin
Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê roja çarşemiyê ji bo gotûbêjkirina du mijarên giring dicivin.
Endamê Polîtbotuya YNKê, Îmas Ehmed ji Rûdawê re ragihand, Sibe çarşemî 26ê Hezîranê dê şandeke YNKê li gel PDKê bicive.
Li gor zanyariyên Rûdawê, civîna navbera PDKê û YNKê derbarê pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û danîna Parêzgarê Kerkûkê de ye.
Her îro Endamê Polîtboruya YNKê, Xalid Şuwanî ji Rûdawê re diyar kir, îro li Bexdayê û bi çavdêriya UNAMIyê, civînên Komêteya Asayîkirina Rewşa Kerkûkê destpê kiriye.
Xalid Şuwanî got, “zêdetirî sê mehan e bi çavdêriya UNAMI û bi hevanhengiya li gel hikûmeta Iraqê û bi amadebûna nûnerên PDKê û YNKê çend civîn hatine encamdan.”
Bi gotina Xalid Şuwanî, mijara civîna îro ya civîna li Bexdayê, “asayîkirin û çareserkirina rewşa serbazî, ewlehî û îdarî ya Kerkûkê û herwiha çareserkirina kêşeya zewiyên çandinî yên vê parêzgehê ye.”
Şuwanî destnîşan kir: “Di civînan de pêngavên baş hatine avêtin, bi taybet di dosyeyên serbazî û ewlehiyê de gihîştiye qonaxa biryardanê. Hêvî heye ku di pêşerojeke nêzîk de em bigihin rêkevtinê.”
Destpêkirina civînên navbera PDKê û YNKê derbarê rewşa Kerkûkê de, piştî wê yekê hat ku herdu alî li ser posta Wezîrê Dadê yê Iraqê li hev kirin û duh Duşemî 24ê Hezîranê berbijêrê vê postê li parlamentoya Iraqê hate qebûlkirin.
Herwiha Parlamenterê YNKê li Bexdayê Bextiyar Şaweys jî ji Rûdawê re got: “Rêkevtin di navbera PDKê û YNKê de heye, ev rêkevtin jî ketiye warê cîbicîkirinê. Wezareta Dadê temam bû û niha Parêzgarê Kerkûkê maye. Em hêvîdarin ku berbijêrekî YNKê wî postî jî werbigre.”
Herwiha Parlamenterê Fraksyona PDKê li Parlamentoya Iraqê, Mihemed Emîn jî da xuyakirin: “Derbarê postên din ên weke Hikûmeta Herêmê û Parêzgarê Kerkûkê, civînên ji bo pêkanîna Hikûmeta Herêmê berdewam in û di navbera PDKê û YNKê de jî rêkevtin hebûye.”