Ji ber bêrêziya bi cilên Kurdî berpirsekî Kirmaşanê ji kar hat dûrxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, berpirsek ji ber ku bêrêzî bi cilûbergên Kurdî kiribû, ji kar hate dûrxistin. Parêzgarê Kirmaşanê jî biryar daye, derbarê vê bêrêziyê de lêkolîn bê kirin.

 

Rêveberê Giştî yê Bîmeya Civakî ya Parêzgeha Kirmaşanê, Hemîdriza Qasimî ragihand, Rêveberê Beşa Perwerdeyê ya vê rêveberiyê bi sedema ku li hember cilên Kurdî bêrêzî kiribû, ji kar hat dûrxistin.

 

Roja yekşemiya vê heftiyê, Rêveberê Beşa Perwerdeyê ya Rêveberiya Bîmeya Civakî ya Kirmaşanê rê nedabû fermanberê Fermangeha Bîmeya Civakî ya Bajarê Cuwanro yê bi navê Cebar Qenberî ku beşdariyê di kurseke vê saziyê bike, ji ber ku wî karmendî cilên Kurdî li xwe kiriye.

 

Piştî wê bûyerê, nûnerê bajarên Cuwanro, Pawe, Ruwanser û Selasî Bawecanî, Şehab Nadirî ragihand, ev cara duyem e ku di wan demên dawiyê de li vê saziya hikûmetê bêrêzî bi cilûbergên Kurdî tê kirin. Şehab Nadirî ragihandiye, pêştir jî li heman rêveberiyê, fermanberek ji ber ku cilên Kurdî li xwe kiriye, ji avahiya rêveberiyê hatiye derxistin.

 

Nadirî dibêje, bi sedema xemsariya Rêveberê Giştî yê Bîmeya Civakî ya Kirmaşanê li hember bêrêziya bi cilên Kurdî, ew dê Wezîrê Kar ê Îranê bangî parlamentoyê bike.

 

Her têkildarî vê bûyerê, parêzgar û çend endamên Encûmena Bajarê Kirmaşanê, ew bêrêziya ku li hember cilûbergên Kurdî hatiye kirin, şermezar kirine.

 

Parêzgarê Kirmaşanê, Hoşeng Bazwend biryar daye ku derbarê bûyerê de lêkolîn were kirin.

 

Kirmaşan parêzgeke Rojhilatê Kurdistanê ye ku navenda wê bajarê Kirmaşanê mezintirîn bajarê Kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê ye û zêdetirî milyonek kes li navenda bajarê Kirmaşanê dijîn.