Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya fermandarekî eşkere kir
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku Fermandarê Eyaleta Wanê Cîger Goyî sala 2020î canê xwe ji dest daye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê diyar kir ku Cîger Goyî 6ê Îlona 2020î li herêma Kato Marînosê ya Wanê di êrişekê de canê xwe ji dest daye.
Li gorî daxuyaniya ku Hêzên Parastina Gel (HPG) daye, agahiyên li ser nasnameya wî wiha ne:
Cîger Goyî: Navê wî yê fermî Orhan Urek e, ew li Qilabana Şirnexê ji dayîk bûye. Navê dêya wî Emîne û navê bavê wî Ehmed e.
HPGyê da zanîn ku Cîger Goyî sala 2008an li Heftanînê tevlî nava refên gerîlayan bûye.