Li Mêrdînê qezaya trafîkê: 2 kes mirin û kesek jî birîndar bû
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Artukluyê ya parêzgeha Mêrdînê otomobîlek û barhilgireke betonê li hev qelibîn û di encamê de 2 kes mirin û kesek jî birîndar bû.
Li gorî zanyariyan li nêzîkî gundê Bozqetrê yê navçeya Artukluyê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek û barhilgireke betonê li hev qelibîn.
Di encama bûyerê de Azad H.yê di otomobîlê de mir û Nurettîn S. û Zahid E. jî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên parastina sivîlan û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîman her du birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê lê tevî midaxeleyê jî Nurettîn S. canê xwe ji dest da.