Wan (Rûdaw)- Rojnamevanê kurd Gunay Aslan ku ji ber nivîsandina pirtûka bi navê “33 Gulle/Dîroka ku şîn girtiye” sala 1993an hatibû girtin û sala 1995an çûbû Ewropa, îro vegeriya zêda xwe, Wanê.
Gunay ku beriya çend rojan ji Ewropa vegeriyabû bajarê Stenbolê, îro jî bi balafirê hat Wanê.
Malbata Aslan û Hevşaredara Wanê Hatîce Çoban li balafirgehê pêşwazî li Gunay Aslan kirin.
Aslan û malbata xwe bi hev şa bûn. Li wir hevşaredara Wanê Hatîce Çoban got, Gunay Aslan piştî 21 salan vegeriya memleketê xwe. Em jê re dibêji tu bi xer hatî.”
Aslan spasiya Hatice Çoban û yên ku hatibûn pêşwaziya wî, kir û li ser pirsên rojnamevanan wiha got:
“Dema ez ji Wanê çûm li waroşên Wanê, li navçeyên wê û li bajarên herêmê de çadirên mirovên ku ji ber zulma sîstemê reviyabûn hebûn. Lê niha em gellekî bişans in ku hêdî hêdî şopa şer jê dibin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse