Rêjeya Ereban li Rojava zêde ya Kurdan kêm dibe
Qamişlo (Rûdaw) - Kurd ji welatê xwe Rojavayê Kurdistanê koçber dibin û Erebên parêzgehên din li şûna wan bi cî dibin.
Bi sedema koçberiya Kurdan ji rojavayê kurdistanê û hatina hijmareke mezin ji koçberên Dêrezor, Reqa û Helebê, niha guhertineke berçav di demografiya bajarên kurdî de encam daye.
Niha û piştî guhertina demografiya Rojavayê Kurdistanê heta astekê ku êdî metirsiyên cidî hene ku Kurd bibin kemîne, Erebên parêzgehên din dest danîne ser bazar û tevegera bazirganî jî li Rojavayê Kurdistanê.
Bi gotina bazirganekî ji bajarê Qamişlo, bazirganên kurd ji sedî 10- 20 in. Dikandarek jî dibêje ku bazirganiya bi kom, anku cumle, ketiye destê biyaniyan.
Bazirganek bi navê Mele Hemze ji bajarê Qamişlo, ku mezintirîn bajarê Rojavayê Kuridstanê ye dibêje Hejmareke mezin ji dukan û bazargehên bajêr bûne Ereb û êdî hevrikiyê bi bazirganên kurdan dikin.
Dikandarek bi navê Emin jî dibêje bazirganên ji Şam û Helebê dest danîne ser bazara firotina bi kom û êdî ew bi bihayê giran kelûpelên xwe ji wan bazirganan dikirin.
Herwiha welatî jî tekez dikin ku piraniya niştecihên taxên Qamişlo bûne Ereb.
Bi gotina welatî Silêman, hin taxên ku berê Ereb li wan tune bûn, niha pirraniya nişteciyên wan bûne ereb.
Piştî çar salan ji desthilata Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê, pêla koçberiyê berdewam e û demografiya herêmên Kurdî bi şêweyekî metirsîdar tê guhartin û eger tas û hemama siyaseta Kurdî ev tas û hemam be dê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bibin kemîneyeke bê bandor.