Nesredîn Îbrahîm: Bi avakirina Lêvegera Kurdî dê pirsa girtinên ne neyasî çareser bibe

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Şanda Danûstandinê ya Partiyên Yekîtiya Niştîmaniya Kurd (PYNK) Nesredîn Îbrahîm ji Rûdawê re ragihand, eger diyaloga Kurdî-Kurdî û avakirina Lêvegereke Kurdî bidawî were, dê pirsa girtinên ne yasayî li Rojavayê Kurdistanê çareser bibe.

Endamê Şanda Danûstandinê ya PYNKê Nesredîn Îbrahîm got, ku bi nivîsandina peymaneke nû ya civakî, û tevlêbûna aliyên din di nav Rêveberiya Xweser de, dê bibe sedema çareserkirina hemû pirsgirêkan.

Nesredîn Îbrahîm Gelek pêwîst ku ev Diyaloga Kurdî-Kurdî biserbikeve, eger bigihêje armanca xwe dê her tişt çareser bibe, ji girtinên yasayî heta rêveberiyeke dadmend pêk were û peymana civakî cîbicî bibe. Maka çareseriyê diyalog serbikeve û Lêvegereke Kurdî were avakirin.

Îbrahîm herwiha amaje bi wê kir ku bi beşdarbûna ENSKê Rêveberiya Xweser tê berfirehtir bibe.

Lê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxwaz dike, ku zîmeneyeke were avakirin, ji bo ku ev diyalog biserkeve, weke bidawîanîna diyardeya girtinên siyasî.

Tevî ku HSD û garantorê Amerîkî jî soz dabûn ENKSê, ku êdî binpêkirin bidawî werin, lê vê dawiyê 6 endamên PDK-Sê ji aliyê hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser ve hatin girtin.

Endamê Polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan Sûriya PDK-S, Beşar Emîn jî ji Rûdawê re da xuyakirin, girtina endamên wan li Rojavayê Kurdistanê peyameke ji bo rawestandinên diyaloga Kurdî-Kurdî û ji bo ku danûstandinên ENKS û PYNKê bisernekevin.

Beşar Emîn got, “Em ji bo danûstandinan amade ne, lê em dixwazin zemîneke erênî jî çê bibe, ji bo ku em li ser maseyekê bi hev re bicivin.”