Kurdistan welatekî 4 perçe ye

Rûdaw (Hewlêr)- Çavdêrên siyasî dibêjin, Kurdistan çiqas hatibe perçekirin jî, di rojên teng de, kurd li pişta hev disekinin û weke yek perçe û yek gel, xwedî li hev derdikevin.

Ji 250 hezarê zêdetir welatiyên rojavayê kurdistanê ji ber şerê navxweyî yê Sûriyê penaberî başûrê kurdistanê bûn. Lê hê jî xelkê rojava ku li Başûrê Kurdistanê penaber in hêvî dikin ku rojekê dê welatê wan aram bibe û vegerin ser axa xwe.

 

Niha jî ji ber êrîşên DAIŞê welatiyên kurd yên Êzîdî ji Şingalê penaberî rojavayê Kurdistanî bûne û xelkê her aliyekî ji herdû aliyên kurdistanê bi erkê xwe radibin û xizmeta penaberan dikin.