Amed (Rûdaw) - Li Bakûrê Kurdistanê li Amedê ji aliyê Komeleya 78iyan ku ji mexdurên girtîgeha Amedê pêk tê, ve daxuyaniyeke banga aştiyê hat dayîn.
Daxuyanî ji aliyê Endamê Komeleya 78iyan Ahmet Andiç ve hate xwendin û hate xwestin ku rê li ber siyasetê were vekirin û şer ji holê rabe.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di destpêka pêvajoya çareseriyê de hêviyek ji wan re çêbibû lê mixabin niha ew dibînin ku dîsa şer û pevçûn despêkirine.
Herwiha ji bo aştiyeke mayînde û çareseriyê bang li rayedarên dewletê hat kirin û hat gotin ku pêwîst e tecrîta li ser Abdullah Ocalan were rakirin û maseya muzakereyê were avakirin da ku Abdullah Ocalan bikare rola xwe pêk bîne.
Di daxuyaniyê de parlementerê HDPê yê Amedê Îmam Taşcier jî anî ziman ku li Tirkiyeyê û Bakûrê Kurdistanê tikes şer naxwaze û ew naxwazin wekî Suriyê li wan bê ji ber vê yekê jî pêwîst e şer ji holê rabe û bi rêbaza diyalogê pirsgirêk werin çareserkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse