KIRÎZA SEROKATÎ - Sibe roja biryardanê ye!

Hewlêr (Rûdaw) - Civîna 5ê ya her pênc partiyên sereke yên Başûrê Kurdistanê dê sibe 26ê Tebaxê li bajarê Hewlêrê were lidarxistin û aliyên siyasî geşbînin ku bigihîjin rêkevtinê.

 

Endama şanda Tevgera Goranê bo danûstandinên derbarê kirîza Serokatiya Herêma Kurdistanê de, Behar Mehmûd ji Rûdawê re ragihand: “Civîna roja çarşembiyê renge dawî civîn nebe, lê dê civîna biryarê be.”

 

Parlamenterê Partiya Demokrata Kurdistanê di Parlamentoya Başûrê Kurdistanê de, Firset Sofî ku wek kesekî yasayî di civînan de beşdar dibe, derbarê helwesta dawî ya aliyan li ser pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê de ji Rûdawê re axivî û wiha got:

 

“Nerênîn aliyên siyasî hinek nerm bûye da ku bigihîjin lihevhatinê. Di piraniya mijaran de nêrînên wan nêzîkî hev bûne. Niha tenê gotoûbêj li ser çawaniya hilbijartin û desthilatên Serokê Herêma Kurdistanê tê kirin.”

 

Li gor agahiyên Rûdawê, şandên her 5 partiyan dê her heman ew şand bin ku di civîna çaremîn a  23ê Tebaxê li bajarê Silêmaniyê de bi hev re civiyabûn.

 

Civîna bê dê pêncemîn civîna navbera her 5 partiyên sereke yên Başûrê Kurdistanê be û dê li Hewlêrê were lidarxistin.

 

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fûad Hisên ku serpireştiya civînan dike, ji Rûdawê re got: “Rewşa Kurdistanê wisa ji me dixwaze ku em ber bi biryara dawî ve biçin û biryara dawî li ser kirîza Serokatiya Herêma Kurdistanê bidin.”

 

Pêştir çend civînên berfireh û 5 alî bi bi beşdariya tîmên danûstandinkar ên her 5 aliyên sereke yên Başûrê Kurdistanê û bi amadebûna nûnerên Amerîka, Birîtanya û Neteweyên Yekbûyî li Hewlêrê pêkhatibûn.

 

Yekemîn civîna navbera her 5 aliyan şeva 18ê Tebaxê li Hewlêrê pêkhatibû.

 

Roja 19ê Tebaxê dema yasayî ya seroaktiya Serokê Herêma Kurdistanê Meûsd Barzanî bi dawî hat.

 

Aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê derbarê çareserkirina pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê de ligel hev nakokî hene û heta niha di vê bareyê de neghihîştine ti lihevhatinekê.

 

Roja 17ê Tebaxê Encûmena Şura ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber ku aliyên siyasî derbarê pirsa serokatiyê de lihev nekirine û li ser daxwaza Serokatiya Herêma Kurdistanê û Alîkarê Serokê Parlamentoya Kurdistanê biryar daye ku Serokê niha yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî heta dema hilbijartinên dahatî bi hemû desthilatên xwe ve li ser erkê xwe berdewam be.

 

Li gor wê biryarê, Barzanî dê heta du salên din ku dê hilbijartinên giştî yê parlamentoyê jî werin encamdan, wek serok bimîne.

 

PDK dibêje, pêwîst e Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê gel ve were hilbijartin û ji ber rewşa niha ya Kurdistanê û herêmê dibe ku Barzanî li ser erkê xwe wek Serokê Herêma Kurdistanê berdewam be.

 

Ji aliyekê din ve her 4 partiyên Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û Komela Îslamiya Kurdistanê dibêjin, gerek Serokê Kurdistanê di nava parlamentoyê de were destnîşankirin û li dijî hilbijartina serok ji aliyê gel ve derdikevin.