Komîsyon bo referandumê li benda biryara îdareyên deverên Kurdistanî ye
Kerkûk (Rûdaw) – Ji bo pêkanîna giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê mehek ma û Komîsyona Bilind a Giştpirsiyê li benda wê yekê ye, ku deverên Başûrê Kurdistanê yên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê (Kerkûk, Şingal, Xaneqîn û hwd) daxwaz bikin ku giştpirsî li wan deveran jî were pêkanîn.
Serokê Desteya Deverên Başûrê Kurdistanê yên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê Nesredîn Sindî daxwaz dike, ji bo ku giştpirsî li wan deveran jî bi ser bikeve, pêbaweriya zêdetir ji pêkhateyên din re were dayîn, bi taybetî jî ji tirkmenan re, da ku dudil nebin li ser mijara dewleta siberojê ya Kurdistanê.
Nesredîn Sindî ji Rûdawê re ragihand: “Gelek nemaye bi rastî, pêdivî ye bileztir ev pêngav hatiba avêtin, çimku pêdiviyên vî karî hene li van navçeyan, bi taybetî li ser pêkhateyên van navçeyên hanê, heta niha hinek pêkhate razî nîn in, weke hin tirkmenên van navçeyan, lewma pêdivî ye Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî, karekî baştir li ser van pêkhateyên hanê bike û dilniyayiyekê peyda bike ku ev xelk tenê nabin û dê serederiyeke baş li gel wan dê bête kirin û beşdar bin di îdareya van navçeyên hanê de.”
Komîsyona Bilind a Giştpirsiyê li benda encumenên parêzgeh, bajar û bajarokên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê ye, da ku bi fermî daxwaz bikin deverên wan beşdarî giştpirsiya 25ê Îlona 2017an bibin.
Endamê Komîsyona Bilind a Giştpirsiyê Ebdullah Wertî diyar kir, wisa xuya ye ku hefteya dahatû daxwaz dê were kirin û êdî li ser bixebitin û got: “Emê referandumê pêk bînin li ser diyarkirina çarenûsa gelê Kurdistanê, ji ber ku wan deveran jî di nav gelê Kurdistanê de ne, ji bo me dê baş bibe ku ew dever ji aliyê siyasî û yasayî ve, bi xwe daxwaz bikin ku giştpirsî li deverên wan jî were pêkanîn.”
Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê ji dema biryardana pêkanîna giştpirsiyê ve, dest bi amadekariyan kiriye û li ser hemû pêngavan hesaba wan deveran jî kiriye. Him ji aliyê teknîkî û lojîstîkî ve û him jî ji aliyê yasayan ve.
Endamê Encumena Komîsyonê Cotyar Adil aşkere kir: “Heta niha 11 rênimayên girêdayî referandumê hatine pesendkirin û herwiha wan rênimayan bi awayekî zelal amaje bi deverên Kurdistanê dike, him ji aliyê amadekirina weke sindoq û murekebên dengdanê, him ji aliyê kaxizên dengdanê û him jî ji aliyê dabeşkirina binkeyên dengdan û wan sînorên ku pêwîst e li wir sindoqên dengdan hebin, hemû hatine hîsabkirin.”
Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê hefteya dahatû dest bi avêtina pêngavên berbiçav dike û weke destpêkê jî binkeyên tomarkirina dengderan li deverên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê dê veke.