Di temenê xwe yê 105 saliyê de hemû karên malê bi xwe dike
Hewlêr (Rûdaw) - Dîlber Karahan a ku temenê wê gihiştiye 105 salan li navçeya Avkevir a Agiriya Bakûrê Kurdistanê dijî û dibêje bi saya xwarinên xwezayî û xeweke bi rêkûpêk gihiştiye vî temenî û heta niha qet emeliyat nebûye.
Dîlber Karahan a ku li gundê Kagnili yê 25 kîlometre ji navçeya Avkevira Agiriyê dûr e, dimîne, sala 1914an de ji dayîk bûye, sala 1934an zewiciye û 7 keçên wê hene.
Bi dem re 5 keçên wê û berî çend salan jî hevjînê wê canê xwe ji dest didin. Piştî ku herdu keçên wê ên din jî zewicîn û ji malê cuda bûn, Dîlber Karahan li mala xwe ya li gund bi tenê dimîne.
Dîlber Karahana ku ji 2 keçên wê 25 neviyên wê hene û zarokên neviyên xwe jî dîtine, tevî temenê xwe yê mezin di mala xwe ya 2 odeyî de jiyana xwe berdewam dike.
Karahan temenmezina gund e û dibêje ew baş dibihîze û heta niha rastî kêşeyeke mezin a tenduristiyê nehatî ye.
Dîlber Karahan herwiha dibêje, bi saya xwarinên xwezayî û xeweke birêkûpêk ew gihiştiye temenê 105 salan û diyar dike, “Min herî zêde şênkatî dixwar û xwe ji tiştên şirîn diparast. Berê jiyan gelek dijwar bû. Nanê ji genim zêde nebû. Em bi nanê ji cih mezin bûn. Berê me pez dibir zozanan û heta dawiya havînê em diman.”
Dîlber Karahan diyar dike ku li gund a herî temenmezin ew e û radigihîne ku di demên betlaneyê de neviyên xwe dibîne. Karahan dibêje, “Carna demsala zivistanê ez diçim ba keça xwe ya li Mêrdînê û havînê jî vedigerim. Ez pêdiviyên xwe bi xwe dabîn dikim. Çêkirina xwarinê, paqijkirina malê her tiştî ez bi xwe dikim. Dema bêhna min nehat diçim mala cîranan. Jiyan bi vî awayî berdewam dike.”
Nişteciha gund Vesîle Aktaş jî radigihîne ku li gund her kesê rêzeke mezin ji Dîlber Karahanê re heye û diyar dike, “Heta niha gelek kêm çûye nexweşxaneyê, qet neştergerî derbas nekiriye. Em ji wê gelek hez dikin.”