Li Wanê qezaya trafîkê: 2 mirî û 3 birîndar
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tuşbayê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, minîbusek wergeriya û di encamê de 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Îro nêzîkî gundê Goliyê yê navçeya Tuşbayê minîbusa bi plakaya parêzgeha Êlihê ku nehat zanîn şofêrê wê kî ye wergeriya.
Di qezayê de 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tendursitiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê qezayê.
Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Navenda Tenduristiyê ya Dursun Odabaşê ya Zanîngeha Yuzuncuyilê ya Wanê.