Bexda: Hêzên Amerîkayê ji Îraqê derdikevin û diçin Herêma Kurdistanê
Hewlêr (Rdûaw) – Berpirsekî payebilind ê ewlehiya Îraqê eşkere kir ku Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) dê ji Îraqê vekişe û li Herêma Kurdistanê bi cîh bibe.
Di demekê de ku dema bidawîbûna erkê leşkerî yê Koalîsyonê nêzîk dibe liv û tevgera hêzên Amerîkayê li baregehên leşkerî yên Îraqê dest pê kiriye.
Çavkaniyeke payebilind a ewlehiyê ya Îraqê ji Rûdawê re ragihand ku vekişîna hêzan dê ji baregehên Eyn Esed û Bexdayê dest pê bike û arasteya wê liv û tevgerê ber bi Herêma Kurdistanê ve be.
Pentagonê bi fermî ti agahiya nû derbarê van liv û tevgeran de ranegihandiye lê tekezî li ser pabendbûna Washingtonê ya ji bo bidawîanîna erkê leşkerî yê Koalîsyonê heta meha Îlona 2025an kiriye.
"Vekişîn dê ber bi Hewlêrê ve be"
Çavkaniyeke payebilind a ewlehiyê ya Îraqê derbarê raporên li ser vekişîna hêzên Amerîkayê ji baregehên Victory û Eyn El Esedê got, "Li gorî peymana me, vekişîn dê dawiya meha îlonê ji baregehên Bexda û Eyn El-Esedê dest pê bike."
Heman çavkaniyê da zanîn ku liv û tevgerên niha yên li baregehan amadehiyên ji bo vekişînê ne û li ser cihê vekişînê jî got, "Vekişîn dê ber bi Hewlêrê ve be, ne ber bi welatên cîran ve."
Pentagon: Em li gorî peymanê tevdigerin
Berpirsekî Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ji Nûnerê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde re axivî.
Wî berpirsî hûrgiliyên vekişînê piştrast nekir û got, "Tiştekî me yê nû nîne ku em ragihînin."
Wî her wiha anî zimên ku Amerîka li gorî peymana bi Îraqê re, pêkhateya hêzên xwe dinirxîne û diguncîne.
Berpirsê Pentagonê tekez kir ku ew bi soza xwe ya bidawîkirina erkê leşkerî yê Îraqê heta Îlona 2025an pêbend in.
Wî tekez jî kir ku ew dê heta Îlona 2026an ji bo operasyonên li dijî DAIŞê yên li Sûriyeyê, baregehên li Îraqê bi kar bînin.
Piştî veguhastina erkan, dê di navbera Îraq û Amerîkayê de hevkariyeke ewlehiyê ya dualî berdewam bike.
Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê di sala 2014an de li ser daxwaza Hikûmeta Îraqê ji bo şerê li dijî DAIŞê hatibû avakirin.
Baregeha Eyn El-Esedê ya li Enbarê, mazûvaniya hejmara herî mezin a rahênerên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê dike.