Hewlêr (Rûdaw)- Wezîra Parastinê ya Almanyayê Ursula von der Leyen bi serdaneke fermî gihîşt Hewlêrê.
Îro (25ê Îlonê), Wezîra Parastinê ya Almanyayê Ursula von der Leyen bi serdanekê gihîşt Başûrê Kurdistanê û li balafirgeha Hewlêrê, Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Mistefa Seyîd Qadir pêşwazî lê kir.
Li gor agahiyên Rûdawê, Wezîra Parastinê ya Almanyayê dê ligel berpirsên Kurdistanê hevkariyên serbazî yên Almaniyayê bo Hêzên Pêşmerge li dijî çekdarên DAIŞê binirxînin.
Welatê Almanyayê yek ji wan welatên e ku hevkariyên leşkerî pêşkêşî Başûrê Kurdistanê dikin bo rûbirûbûna çekdarên DAIŞê.
Serdana Ursula von der Leyen dê taybet be bi çawanî û awayê pêşkêşkirina hevkariyên leşkerî bo Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê.

Wezîrê Pêşmerge û Wezîra Parastinê ya Almanya (Balafirgeha Hewlêrê)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse