Parêzgarê Hewlêrê: Teqeyên kêfxweşiyê nekin

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgarê Hewlêrê û Serokê Lijneya Ewlehiya Parêzgeha Hewlêrê Newzad Hadî ji hevwelatiyan daxwaz kir, ku piştî temambûna pêvajoya dengdanê û aşkerebûna encamên giştpirsiyê teqeyên kêfxweşiyê nekin.

 

Newzad Hadî di konferansa rojnamevaniyê de diyar kir: “Li hember her karên neyasayî yên weke guleberdan û têkbirina rewşa ewlehiya paytextê, em neçar in rêkarên tund û serederiya yasayî û cezadanê cîbicî bikin.”

 

Parêzgarê Hewlêrê herwiha destnîşan kir: “Piştî temambûna pêvajoya dengdanê li hemû bajar û bajarokên vê niştimanê aheng, şahî û karnavalên di cih de pêk bînin. Lê ji her zêdeçûn, guleberdan û orf û adetên neşaristanî ku bibin êş û metirsî bo hevwelatiyan û nerehetbûn û nîgeraniya çavdêrên navdewletî, xwe dûr bixin.”

 

Îro 25ê Îlona 2017an li Herêma Kurdistanê û li deverên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê ji bo serxwebûnê bi amadebûna çavdêrên navdewletî û navxweyî û nûnerên pêkhateyên siyasî û bi hemû pîvanên navdewletî giştpirsî hate pêkanîn û pêvajoya dengdanê di saet 08:00an de dest pê kir û di saet 19:00an de bi dawî hat.