Komeleya Ehmedê Xanî: Gelê Kurd bi referandûmê tapûya Kurdistanê wergirt

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Ehmedê Xanî ya Rihayê bi boneya salvegera referandûma serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê peyamek belav kir.

 

Komeleya Ehmedê Xanî di daxuyaniya xwe de ragihand ku, referandûmê heviyên gelê kurd ê serxwebûnê geş kirin û xizmete yekitiya gelê kurd kir.

 

Di daxuyaniya Komeleyê Ehmedê Xanî de wiha hate gotin: “Em di salvegera ‘Referandûma Serxwebûnê’ de bi taybetî gelê Başûrê Kurdistanê û hemû gelê kurd pîroz dikin. Encamdana referandûmê xewnên bi mîlyonan Kurd geş kirin. Gelê Kurd bi pêkanîna referandûmê di sed sala dawî de yekem car ewqas bextewar bû. Bi saya referandûmê hêviyên serxwebûnê yên gelê Kurd ku qalik girtibûn dîsa zindî bûn.

 

Serok Mesûd Barzanî piştî 300 salan fikrên Ehmedê Xanî pratîze kirin. Gelê Kurd bi referandûmê tapûya parçeyekî Kurdistanê wergirt. Referandûm di dîrokê de destkeftiya herî mezin a gelê kurd e. Aqubet li her sê parçeyên din be înşallah.”

 

Komeleya Ehmedê Xanî amaje bi wê yekê kir ku encamdana referandûmê biryara guherandina qedera reş a kurdan bû û radigihîne: “Yekemcar e ku li Rojhilata Navîn milletekî xwest ku çarenivîsa xwe bi awayekî demokratîk û aştiyane diyar bike. Lê mixabin dagirkeran tehemula biryara gelê Kurd nekirin.


Proseya referandûmê ji yekitî û tifaqa gelê kurd re xizmeteke mezin kir. Em hêvî dikin ku kurd li ser biryara serxwebûnê bi israr bin û qedera xwe ya reş biguherînin. Gelê Kurd di vê rêya pîroz de li çar parçeyan bi hemû şiyanên xwe bi biryara serxwebûnê ve girêdayi ye.”