Qubad Talebanî soza xwe ya 50 hezar derfetên kar daxist 40 hezaran
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Lîsteya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Qubad Talebanî di hefteya yekem a bangeşeya hilbijartinan de li bajarên Herêma Kurdistanê soz da ku bi rêya aktîvkirina du hezar kargehan, 50 hezar derfetên kar ji bo welatiyan dabîn bike, lê belê di hefteya dawî de hejmara derfetên kar bo 40 hezaran daxist.
Qubad Talebanî di piraniya bangeşeyên hilbijartinan a partiya xwe de li bajar û bajarokên Kurdistanê, behsa plana dahatû ya YNKê û dabînkirina derfetên kar û wan guhertinan dike ku biryar e piştî hilbijartinan ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê encam bide.
Du hefte berê, roja duşemê 11-09-2018an Serokê Lîsteya YNKê Qubad Talebanî li Raniyeyê di bangeşeya partiya xwe de gotibû: “Em dikarin zêdetirî 50 hezar derfetên kar dabîn bikin, ev jî bi rêya aktîvkirina du hezar kargehan ku niha girtî ne û emê vekirina kargehên zêdetir teşwîq bikin. Emê bi hezaran derfetên din ên kar dabîn bikin bi rêya teşwîqkirina veberhêneran ve, daku derfetên zêdetir bidin ciwanan û emê derfetên kar ji jinan re jî peyda bikin.”
Roja duşemê 24-09-2018an, Qubad Talebanî di radyoya Kurdsatê de hejmara derfetên kar ên zêdetirî 50 hezaran, bo 40 hezaran daxist û got: “Plana me ew e ku êdî em pişta xwe bi petrolê ve girênedin, bi rêya giringîdana sektora çandinî, pîşesazî û aktîvkirina du hezar kargeh ku bi rêya wan em dikarin 40 hezar derfetên kar dabîn bikin.”
Gotinên Serokê Lîsteya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Qubad Talebanî di demekê de ye ku roja 30ê Îlona 2018an, hilbijartinên xula pêncem a Parlementoya Kurdistanê dê birêve biçe.